Raporên wê bûyerê şandin Enqereyê

WAN – Parêzer Bayram Baykal ê balê kişand ser girîngiya birêvebirina lêpirsîna bûyera pitika ku di encama îstismarê de jiyana xwe ji dest da, girîngiya çêkirina çewisandineke raya giştî dest nîşan kir.

Parêzerê Baroya Wanê Bayram Baykal ê mudaxilî dosyeya der barê doza pitika 38 rojî ya rastî îstismaraê hat û bi derbeya ji serê xwe xwar jiyana xwe ji dest da de hat vekirin, balê kişand ser birêvebirina lêpirsîneke çalak.

ROJA EWIR BIRYARA NEPENIYÊ HAT DAYÎN

Baykal, got mirina pitikê ya bi vî awayî wijdanê her kesî dax daye û anî ziman ku, ji ber biryara "Nepen" a roja ewil ji bo dosyeyê hat dayîn, hîn jî delîl ne zelal in. Baykal, anî ziman ku dosye zaf tevlîhev e û wiha axivî: "Em tim bi dozgeriyê re di pêwendiyê de ne, em şopdarê her geşedanê ne. Helbet ji bo dosye bi awayekî tenduristiyane biencam bibe biryara nepeniyê li ser heye û em nikarin her tiştî rave bikin. Berê jî em mudaxilî gelek dosyeyê îstismarê bûn, lê ev dosye ji gelek aliyên xwe ve hem ji bo me hem jî ji bo civaka Tirkiyeyê emsalekê çêdike. Pitikeke 38-40 bi vî awayî jiyana xwe ji dest dide, ev wek baroyê me demildest ber bi biryarekê ve sewq kir. Wek rêveberiyê saetekê du saetan me biryar da û em mudaxilî dosyeyê bûn. Bûyerên bi vî rengî, li gor welatên din helbet li Tirkiyeyê zêdetir pêk tên. Sedema vê ya herî mezin jî niha wek şideta nav malê tê dîtin. Yanî li malbatên bi pirsgirêk bûyerên bi vî rengî zêdetir diqewimin."

‘BAV D.P. BEŞDARÎ OTOPSIYÊ BÛYE'

Parêzer Baykal, dest nîşan kir ku li raya giştî têkildarî bûyerê nûçeyên bi agahiyên cuda derbas bûne û divê ev bên zelalkirin û wiha axivî: "Ji roja ewil heta niha, têkildarî temenê dayikê û rewşa pitikê gelek tiştên cuda hatin gotin. Dayik P.T. ne 15 salî, 22 salî ye. Ji 3 kesên hatin girtin Y.P. hem ji ber sûcê li dijî pitikê hem jî ji ber firoşkariya tiryakê hatiye girtin. Li aliyê din, der barê bavê pitikê de jî agahiyên zelal nayên dîtin. Tenê em dizanin, kesê ku wek bav tê diyarkirin D.P. li nexweşxaneyê beşdarî otopsiya pitikê bûye û wî bi xwe pitik wergirtiye û definkiriye. Helbet di pêvajoya pêş de em ê hewl bidin ku xwe bigihînin bav û em ê wekaleta wî wergirin. Çimkî tiştên bav bibêjin jî dê ji bo ronîkirina dosyeyê girîng bin."

‘RAPORA OTOPSIYÊ ÇÛ ENQEREYÊ'

Baykal, balê kişand ser delîlên madî yên dosyeyê û wiha axivî: "Li vir ji darizandineke lez û bez wirdetir, ya herî girîng ew e ku lêpirsîneke çalak bê kirin. Ji xwe ji bo vê dosyeyê dozgerek hatiye peywirdarkirin. Di rapora ewil de hin keşf hene, lê ev kesên hatine girtin sûcdarên rast in an na? Bersiva van pirsan hemû girêdayî rapora otopsiyê ya berfireh û lêpirsînê ye. Dê ji bo gelek deveran raporên muzakereyî bên nivîsandin. Niha rapor şandine Enqereyê û dê li gor hûrguliyên vê raporê îdianame bê amadekirin. Piştî rapor bê em ê raçav bikin, heke kêmanî hebe em ê doza mudaxileyê bikin." Baykal, ragihand ku têkildarî mijarê rêxistinên civaka sivîl telefonî wan dikin û girîngiya çêkirina çewisandineke raya giştî dest nîşan kir. Baykal wiha hişyar kir: "Taliya talî ev meseleyeke ku hemû civakê eleqedar dike. Lê lêpirsîneke ku didome heye, lê ji niha û pê ve ya dê bikirin divê xebat û lêpirsîneke hesas bê kirin."