Gundiyên Aydinê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi serokdewletiyê tune ye

AYDIN - Kurdên ku ji ber di salên 90'î de gundên wan hatin valakirin û koçî Gundê Reisê yê navçeya Germencîkê kirin û her wiha xwecihên gund welatiyên tirk jî diyar kirin ku, di navbera wan de tu pirsgirêk tune ye û wiha gotin: "Na'ya her kesî ji bo xwe ye."

Li Gundê Reîsê yê girêdyaî navçeya Germencîka Aydinê ku di salên 90'î de ji ber valakirina gundan kurd jî koçî vî gundî kirin û tevî xwecihên gund bi hevdu re dijîn, dê her kes "Na"ya xwe bi kar bîne. Gundiyan diyar kir ku, li gel hemû pevçûn û berberiyan jî ew bi awayekî xwişk û bira li gund tevî hev dijîn û wiha gotin: "Çi dibe bila be, kî dibe bila be em ê ji rejîma yekzilamî re bibêjin 'Na'."

'WEKÎLÊN ME ÇI BIBÊJIN EM Ê WÊ BIKIN'

Sabri Başaran ê got ew ji Mêrdînê hatine koçkirin anî ziman ku, kî bê îktîdarê li dijî kurdan şer dike. Başaran, anî ziman ku ew ji ber polîtîkayên dewletê yên bi salan li dijî kurdan dimeşîne bûne HDP'yî û wiha axivî: "Em HDP'î ne, parlementerên me girtî ne. Her roj êrîşî kurd û parlementerên me dikin. Em ê jî li gor wê dengê xwe bi kar bînin." Başaran got, ew piştevaniya kampanyaya HDP'ê ya "Na'ya her kesî ji bo xwe ye" dikin û wiha got: "Parlementerên me bibêjin çi em ê jî wê bibêjin. Em li pişt wan in."

'ÇI HEWCETÎ BI SEROKATIYÊ HEYE'

Xwecihê gund Mehmet Çifçi got, pêdiviya Tirkiyeyê bi serokatiyê re tune ye. Çifçi wiha axivî: "Gundî perîşan in, krîza aborî pêşî pişta cotkaran şikand. Çi hewcetî bi serokatiyê heye. Ev pergal ne li gor fikra min e, ez ê bibêjim 'Na'."

'DENGÊ MIN NA YE'

Ali Başaran jî dest nîşan kir ku, ew hay ji sekna hikûmetê ya li dijî kurdan hene û wiha axivî: "Dengê me diyar e. Her kes baş dizane bê ev gel rastî çi tehdeyan hatiye. Em ê jî li gor wê dengê xwe bidin." Başaran, got wî heta niha dengê xwe daye bindestan û wiha vegot: "Her tişt li ber çavan e. Ne hewceyî meriv gotinê dirêj bike. Dengê min 'Na' ye."

'JI REJÎMA YEKZILAMÎ RE NA'

Faruk Başaran, got berî ew ji Mêrdînê koç bike wî li Aydinê hemaliya pembo dikir û dema di salên 90'î de gundê wan hatiye valakirin ew hatine li Gundê Reîsê yê Germencîka Aydinê bi cih bûne. Başaran ê got ew li dijî pergala serokatiyê ye wiha axivî: "Piştî guherandina Qanûna Bingehîn dê derbasî rejîma yekzilamî bibin. Em ji serokatiyê re dibêjin 'Na'."

Ji xwecihê gund Ramazan Saglam jî diyar kir ku her tişt li holê ye û wiha got: "Ez ê bibêjim 'Na'."