Ji bijîşk çewisandineke deraqilî!

AMED - Li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê ji jinên girtî ên li dijî binpêkirinên mafan biryara nederketina hevdîtinê dan, dema jinek sewqî nexweşxaneyê hat kirin, hat derpêşkirin ku bijîşk li ber çavên leşkeran xwetazîkirin li wê ferz kiriye, dema jina girtî ev qebûl nekiriye rastî tacîza devkî û heqareta bijîşk hatiye.

Li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarûsa Mêrsînê, jinên girtî û hikumxwar li dijî binpêkirinên mafan ên girtîgehê bi riya malbat û parêzerên xwe biryara nederketina hevdîtinê dan. Jinên girtî û hikumxwar, pêkûtî û çewisaninên li girtîgehê ji endama Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Gulşen Ozbek a hevdîtin bi wan re çêkir re vegotin.

Ozbek, ragihand ku îdareya girtîgehê sûxuriyê li jinên girtî dike û dest nîşan kir ku, mudurê girtîgehê gazî hin jinên girtî dike, wan tîne odeya xwe û ji aliyê polîsên li vir teklîfa "Tu ji me re bibe alîkar, em ê jî ji te re" li wan tê kirin. Ozbek, anî ziman ku ji bo jimariyê gardiyanên mêr tên odeyên jinên girtî û diyar kir ku, jinên girtî yên vê pêkanînê qebûl nakin jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve der barê wan de lêpirsîn tê vekirin û got, ji ber vê hin jin rastî cezayê 2 mehan ê pêwendî û hevdîtinê hatine.

‘LI CEM LEŞKERAN JÊ XWESTIN XWE TAZÎ BIKE'

Ozbek, got ji ber li girtîgehê pergala germkirina navendî tune ye, li qawîşan sobe tê bikaranîn û dest nîşan kir ku, ji bo germkirin û avagermkirinê îdareya girtîgehê rojê êzingekî dide girtiyan. Ozbek, got li girtîgehê jineke girtî ji ber di pêsêrên wê de kîst heye, dema ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê, ji ber muayeneya li cem leşkeran nexwestiye rastî heqaretên bijîşk hatiye. Ozbek, ragihand ku dema ji bo rontgenê jina girtî birine odeyekê, li cem leşkeran jê xwestine xwe tazî bike, lê ji ber jina girtî ev qebûl nekiriye rastî tacîza devkî ya bijîşk hatiye û ji ber bêyî tedawî bibe ew şandine girtîgehê.

LI WEZARETA DADÊ SERLÊDAN

Ozbek, ragihand ku girtiyan li dijî pêkanîn û binpêkirina mafan ên kêfî banga hestiyariyê li raya giştî kiriye û got, malbatên ku nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinan çêbikin, ji ewlehiya wan bi şik û guman in. Ozbek, got wan ji ber van pêkanînên kêfî yên li girtîgehê, li Wezareta Dadê giliyê îdareya girtîgehê kiriye.