Akademiya Perwerdehiyê ya Îzmîrê dest pê dike

ÎZMÎR- Li Îzmîrê Akademiya Perwerdehiya Mafên Mirovan dest pê dike. Endamê MYK'ya Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Mehmet Aker ê têkildarî akademiyê agahî dan, diyar kir ku dê di 25'ê Sibatê de perwerdehiya wan dest pê bike û got, tenê ne endam hemû parêzvanên mafên mirovan dikarin beşdarî perwerdehiyê bibin.

Akademiya Mafên Mirovan a di bin banê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hat vekirin, bi hemû bênavber didome. Akademiya ku ewil li Enqereyê dest pê kir, niha jî li Şaxa ÎHD'a Îzmîrê dest pê dike. Dê Akademî di 25'ê Sibatê Roja Şemiyê vebe û dê dersê wê yên ewil Felsefe û Huqûqa Mafên Mirovan û Cudabûn be. Dê dersên ewil ji aliyê Melek Goregenli û Nilgun Tokerê bên dayîn û her wiha dê di dawiya serdemê de ji bo xwendekaran sertîfîka bên dayîn.

‘ZANIST Û ÇAND TENÊ BI PERWERDEHIYÊ PÊKAN E '

Endamê MYK'a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Mehmet Aker ê têkildarî vekirina akademiya Îzmîrê agahî dan got, ji roja komele ava bûye heta niha li gel hemû çewisandin û zehmetiyan jî, wan dev ji parêziya azadî û mafên mirovan bernedaye. Aker wiha axivî: "Wek tê zanîn di demên dawî de li welatê me di warê maf û azadiyên mirovan de pêvajoyeke tengavî heye. Pêvajoya niha em tê de ne bi OHAL'ê tê birêvebirin. OHAL bi tena serê xwe xeleka binpêkirina mafan e. Û em wek Komleya Mafên Mirovan bi her awayî li dijî rêveberiyeke bi vî terhî ne. Bi taybetî jî bi îlankirina KHK'yan li welat dûrxistina ji peywiran, tayînkirina qeyûman û fûryaya binçavkirinan, li welat binpêkirina mafan zêde kir. Di rewşeke wisa de careke din girîngiya mafên mirovan derket holê. Ev zanist û çand tenê bi perwerdehiyê pêkan e."

‘DÊ SERTÎFÎKA BÊ DAYÎN'

Aker, got referansa wan rêgezên huqûqa gerdûnî ne û wiha axivî: "Komeleya Mafên Mirovan li gel parastina aştî, demokrasî û azadiyê, ew sazî ye ku ji bo tu kes rastî êrîşan, îşkence û muameleyên kirêt nede têdikoşe. Ji bo çanda mafên mirovan li ferdan û civakê empoze bike û berdewamiya wê bîne, hin xebatan dike. Dê ji niha û pê ve jî ev xebat bidomin û dê sertîfîkaya perwerdehiyê bê dayîn. Tenê ne endam hemû parêzvanên mafên mirovan dikarin beşdarî vê perwerdehiyê bibin."