Qeyûmê Silopî birayê serokê AKP'î kir Serokê Kluba Sporê

ŞIRNEX - Qeyûmê Silopî Şavaş Konak ê ku beriya niha avahiya çand û hunerê xistibû bin xizmeta endamên AKP'ê û TUGVA'yê niha jî birayê Serokê AKP'ê yê Silopî Mehmet Bîlen weke Serokê Kluba Sporê tayîn kir.

Qeyûmên ku heya niha bi dehan şaredariyên bajarên Kurdistanê desteser kirine bi pêkanîn xwe yên ji bo xizmeta endamên AKP'ê balê dikişînin ser xwe. Yek ji van qeyûman jî yê navçeya Silopî ya Şirnexê ye. Qeyûm Savaş Konak beriya niha avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê pêşkêşi endamên AKP'ê û Weqfa Ciwanên Tirkiye (TUGVA) kiribû niha jî birayê Serokê AKP'ê yê Silopî Nîhat Bîlen, Mehmet Bîlen weke Serokê Kluba Sporê yê Şaredariya Silopî wezîfedar kir.

Qeyûm Konak ji bilî Bîlen, xizmê alîkarên xwe Abdûllah Okten û Kemal Okten, Çeko Okten jî weke alîkarê Mehmet Bîlen tayîn kiriye.

Beriya ku qeyûm Şaredariya Silopî desteser bike, serokên kluba sporê bi hilbijartinê dihatin hilbijartin û bi sedan ciwanên Silopî di gelek beşên sporê de bê pere dihatin perwerdekirin.