ÎZMÎR - Mamosteyê ku gotina zanayê kurd Mûsa Anter ê "Li bajarên ku ez dayîk bûm her roj gule dibarî. Hûn nizanin. Ji ber vê yekê ez bûm terorîst hûn bûn hemwelatî" li çapemeniya civakî parve kir bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" rastî lêpirsînê hat.
Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîre li hemberî mamosteyên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî dixebitin di 25'ê çileyê de ji aliyê tîmên taybet ve operasyonek çêbû û 18 endamên Egîtîm Sen'ê ji ber ku tevlî çalakiya 29'ê kanûna 2015'an bûne hatin binçavkirin.
Piştî ku li ser operasyonê 6 roj derbas bû 5 mamoste hatin binçavkirin û ji 23 kesan 21 kes hatin berdan. Ji mamosteyan Garîp Tore û Arîn Emîne Kum jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Delîlên di dosyayên Tore û Kum ên hatin girtin de jî balkêş in.
BEŞDARIYA GREVA MAFÊ 'FERMANA RÊXISTINÊ' HAT HESIBANDIN
Di dosyayê de beşdariya mamosteyan a çalakiya 29'ê kanûna 2015'an wekî "bi fermana rêxistinê tevli çalakiyê bûne" hate hesibandin. Ji bo vê yekê jî hin nûçeyên ku li ser daxuyaniyên KCK'ê hatine çêkirin hate nîşandan.
Kesên ku hatine binçavkirin jî di îfadeyên xwe de gotin ku ew di çarçoveya biryara ku ji aliyê sendîkayê de hatiye girtin tevlîçalakiyê bûne û ji tu kesekî ferman negirtine.
PARVEKIRINÊN ÇAPEMENIYA CIVAKÎ YA BERIYE 2 SALAN DI DOSYAYÊ DE YE
Di dosyaya Tore de parvekirinên wî yên çapemeniya civakê ya ku dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kiriye parve kiriye wekî delîl hatine nîşandan. Di nûçeyên ku ji hin ajansan hatine girtin ji ber ku qala YPG'ê hatiye kirin ev yek wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye dîtin û parvekirinên wan ên beriya 2 salan di dosyayê de hatiye bicihkirin.
GOTINA MÛSA ANTER WEKÎ 'PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ' HAT DÎTIN
Di dosyaya Kum de jî bi piranî parvekirinên wê yên li ser çapemeniya civakî wekî delîl hatine nîşandan. Dema ku li herêmê qedexeyên derketina derve hate îlankirin kampanyaya li ser malpera "Change.org" hatiye destpêkirin a "Bila li Sûr û Cizîrê qedexeyên derketina derve bê rakirin" wekî sûc hatine dîtin.
Li aliyê din gotina zanayê kurd Mûsa Anter ê di 1992'yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye kuştin a "Li bajarên ku ez dayîk bûm her roj gule dibarî. Hûn nizanin. Ji ber vê yekê ez bûm terorîst hûn bûn hemwelatî" jî di dosyay Kum de wekî "propagandaya rêxstinê" hatiye nîşandan. Dîsa pirtûkên ku biryara komkirinê tuneye jî wekî delîl hatine nîşandan.
ÎTIRAZ KIRIN
Parêzerên sendîkayê yên lêpirsîn nirxandin jî anîn ziman ku pirtûka hatiye desteserkirin bi tena serê xwe wekî propaganda nikare bê hesibandin.
Parêzeran diyar kirin ku biryara "kontrola edlî" bes nedîtina dadgehê jî bêwate ye û muwekîlên wan ê ku navnîşana wan diyar e û her roj diçin dibistanê gumana wan a revê yan jî rewşekî din nîne.
Parêzaran anîn ziman ku wan ji bo girtina Kum û Tore îtiraz kirine.