Ji parlamentera HDP’ê Yildirim re 81.5 sal ceza

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de ji bo 16 daxuyanî û beşdariya meşan ên di navbera 2012-2016'an de heta 81.5 salan ceza xwest. Heyeta dadgehê biryara "Bê erkiyê" da û dosya şand Mêrdîn.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê der Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a di 4'ê Mijdara 2016’an de hat girin û li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye îddîaname temam kir. Dozger ji Yildirim di navbera 27.5 - 81.5'ê salan de ceza xwest û îdîaname şand ji 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re. Dozger ji 81 rûpelan îddîaname amade kir. Di îdîanameyê de ji 16 çalakî daxuyanî û xwepêşandanên di navbera salên 2012-2016'an de doz vekir û bi îdîaya “avakirina rêxistinê" 7 caran, bi îdiaya “propaganda rêxistinê" 4 caran, bi îdiaya “pesnê sûc û sucdar daye" 2 caran, bi îdîaya "Gel teşwîkî kîn û dijminantiyê kiriye" û “bi aşkere suc aşkere kiriye û di meşande sor kiriye" tawanbar dike. Dozger 16 sucdarî di 9 fezlekeyan de kom kir û doz vekir.

ZIYARETA GORISTANÊ JÎ SEDEMA SUC E

Dozger di fezlekeya amade kir de ji bo Yildirim di sala 2016'an de di serdema "Qedexeya Derketina Derve" yên li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê de beşdarî çalakiyên wekî meş, daxuyaniyên ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibe bûye û daxuyanî dane, delîla sûc nîşan da. Dozger dîsa tevlêbûna Yildirim a meşa Newroza Nisêbînê, tevlêbûna merasima cenaze jî wekî delîla sûc nîşan daye. Dozger, gotina Yildirim a 2014'a de li Nisêbînê ya ''Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan" wekî sûc nîşan da.

Dozger dîsa gotinên Yildirim ê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wekî propaganda rêxistinê nişan da. Dozger gotina Yildirim a "Heta Abdullah Ocalan azad bibe em dê bê dem û bê dorveger çalakiya xwe ya grevê berdewam bikin" wekî "Propaganda rêxistinê" bi nav kir.

Dozger xebatên Yildirim û axaftinên wê yên di navê gel de bi navê wekîltiyê meşandin jî wekî "Rêveberntiya rêxistinê" pênasekir."

Heyeta 4'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê jî bi îdîaya şika ku bireve heye biryara berdewama girtinê da. Dadgehê biryara "bê erkiyê" da û dosya şand Dadgeha Nobedar a Cezayê Giran a Mêrdînê.