Xwendekarên lîseyê ji ber pankarta 'Na' hatin binçavkirin

ENEQE - Li cadeya Yukselê 4 xwendekarên lîseyê yên pankarta "Ji serokdewletiyê re Na" vekirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin hatin binçavkirin.

Li cadeya Yukselê ya Enqereyê 4 xwendekarên lîseyê yên endamên Dev-Lîs'ê pankarta "Çi dikin bikin jî ji serokdewletiyê re ji lîseyan Na" vekirin. Ciwanên ku li dijî guhertina qanûna bingehîn slogan avêtin piştre çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsên ku dora xwendekaran dorpêç kirin, mudaxaleyî xwendekaran kirin û 4 xwendekar binçav kirin.

Xwendekar birin Midûriyeta Polîsan a Çankayayê.

KÛÇIK MUDAXALEYÎ POLÎSAN KIR

Dema ku xwendekar hatin binçavkirin kûçikê bi navê "Tarçin" ê ku di her çalakiyê de tê cadeya Yukselê jî ji bo xwendekaran ji destê polîsan xilas bike "mudaxaleyî" polîsan kir û dîmenên balkêş derketin holê.