Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin

COLEMÊRG - Hevseroka HDP'ê ya Geverê Nurcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Baj Mehmet Çapraz û welatiyek hatin binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Hevseroka HDP'ê Nurcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Bajêrgehê Mehmet Çapraz û welatiya bi navê Behiye Bakî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Emniyeta Geverê.