STENBOL - Malbat û şahinên qatlîama Pirsûsê li hemberî îdianameya qatlîama Pirsûsê ya piştî 18 mehan hat qebûlkirin bi gotina "Îdianame li şûna edaletê pêk bînê ji bo ku li ser qatlîamê bê girtin hatiye amadekirin" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji bo berpirsyar bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Xizmên kesên ku di qatlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û parêzerên wan ji ber ku salek derbas bû jî têkîldarî Qatlîama Pirsûsê lêpirsîn nehatiye temamkirin civîna çapemeniyê li dar dixsitn. SGDF, ESP, HDK, Devrîmcî Partî, Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, xizmên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar bûbûn beşdarî civîna çapemeniyê ya li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bûn.
'DI ÎDIANAMEYÊ DE FEDERASYONA ME HATIYE ÎLEGALÎZEKIRIN'
Hevberdevka SGDF'ê Ceren Çoban daxuyanî xwend û got ku biryara veşarîbûnê ya li ser dosyaya qatlîamê di encama malbat û kesên ku têkoşîna edaletê didin de hate rakirin. Çoban wiha axivî: "Lê îdianameya ku hatiye amadekirin li şûna ku edaletê pêk bîne ji bo li ser qatlîamê bigire hatiye amadekirin. Ev zelal e." Çoban anî ziman ku di qatlîamê de 3 kiryar hene û wiha berdewam kir: "Şirîkên qatlîamê û yên ku çavên xwe ji bo qatlîamê girtine di îdianameyê de cih nagirin. Em dizanin ku kiryar tenê 3 kes nînin. Qatlîama Pirsûsê ya di 20'ê tîrmehê de li dijî ciwanên sosyalîst çêbû bi hevkariya Qesr û DAIŞ'ê çêbûye. Di îdianameyê de divê çeteyên DAIŞ'ê û kesên piştgiriyê didin wan bihata lêkolînkirin û rastî derxistina holê lê li şûna vê federasyona me hatiye îlegalîzekirin û tê xwestin qatlîam bê rewakirin." Çoban anî ziman ku ligel hemû astengiyan ew ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê keça Cemîl Yildiz ê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da Gamze Yildiz jî axivî û gotina "Bi êşên me ve henekên xwe dikin" bi kar anî. Yildiz got ku ji 3 bersûcên qatlîamê 2 kes li derveyî welat in û di îdianameyê de qirtikek edalet jî tuneye. Yildiz wiha axivî: "Em vî edaletê nas nakin. Heta ku m nebêjin xilas, xilas nabe. Em baş dizanin dê hesabê vê bê pirsîn. Heta ku kiryarên esasî bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Li ser navê Platforma Edalatê ya ji bo Pirsûsê parêzer Gulhan Kaya jî biryara veşarîbûnê ya ku 19 meh in li ser dosyayê ye bi bîr xist û wiha got: "Pêkanînên ku me ji lêpirsînê dur bixin bi îdianameya ku hate aşkerakirin ve derket holê." Kaya wiha axivî: "Kiryar ji kû hatiye Pirsûsê, li kû derê maye tu lêkolîn nehatiye kirin. Ligel ku der barê wan de biryara girtinê heye jî wê rojê 2 saet û nîv li Pirs3usê digere, li ber emniyetê derbas dibe lê nayê girtin. Bersûç Yakup Şahîn ligel ku der barê bombekar de diaxive jî wê şevê li kû maye nayê lêkolînkirin. Dozgeriyê 19 mehan tenê du tişt kiriye; qeydên kamerayê kom kirine û îfadeya Yakup Şahîn girtiye." kaya bi bîr xist ku di lêpirsînê de 3 dozger hatiye guhertin û wiha got: "Me dizanibû ku têkîldarî qatlîamê dozê venekin û li ser dosyayê bigirin. Lê di encame têkoşîna malbatên me de mecbûr man ku vî dozê vekin. Niha jî ji bo ku hemû kiryar bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî wiha got: "Em ê dawiya dawî bigihîjin edaletê. Em ê şopdarên vî dozê bin. Em bigihîjin rojên ku ji kiryarên siyasî jî hesab tê xwestin.
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî wiha got: "Di referandûmê de dengê 'Na' dê ji bo kiryar û berpirsyarên qatlîamê bibe bersiva herî xurt." Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî anî ziman ku serokomar û serokwezîrê wê demê kiryarên qatlîamê ne.