Irmak anîn Amedê: Colemêrg tê cezakirin

AMED - Parlamentera HDP'ê Selma Irmak a ji bo doza xwe anîn Amedê di parastina xwe de got ku Colemêrga hemû parlamenterên wê girtî ne tê cezakirin û pirsa "Bi dosyayên ku kesên bi îxaneta welat tên sûcdarkirin amede kirin mirov çawa bawer bike" kir.

Parmanetera HDP'ê ya Colemêrgê ji bo doza KCK'ê ya Amedê ji ber biryara girtinê anîn Amedê û li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îfade da. Irmak a ku di çarçovey lêpirsîna ku Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû destpêkirin di 4'ê mijdara 2016'an de hate girtin der barê wê de heta 105 salan cezayê doz hate vekirin. Doz bi hinceta ewlehiyê neqlî Amedê hatibû kirin. Irmak a ji bo dozê ji Girtîgeha Sîlîvriyê anîn Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ji wir anîn Amedê. Piştî tespîta nasnameyan Irmak bi kurdî îfade da.

Irmak got ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 6 milyon di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî 5 milyon deng dane HDP'ê û wiha axivî: "Rakirina destnedayînên me li dijî qanûna bingehîn e. Ez dixwazim bibêjim ku ev operasyonekî hiqûqî na, operasyonekî siyasî ye. Ji bo mexalîf bên çewisandin ev operasyon hate kirin. Piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê mase hat xirakirin û pêvajoya têkîldarî çareseriya demokratîk hate bi dawîkirin. Piştî ku mase hat xirakirin jî em bi şerê AKP'ê ve hatin cezakirin. Kesên deng didin me jî tên cezakirin. Li Mêclîsê di dema hevdîtinên guhertina qanûna bingehîn de wekî 3 parlamenterên Colemêrgê em tunebûn. Di nava vî dengdayînê de Colemêrg tuneye. Ji ber ku li MEclîsê 3 parlamenterên Colemêrgê tuneye. Biryara ku Meclîsê girtiye seqet maye. 3 meh in Colemêrg tê cezakirin."

'JI BO DEMOKRASIYÊ ŞERMEKÎ MEZIN E'

Irmak anî ziman ku gotinên wê yên ku bûne mijara darizandinê li Meclîsê jî aniye ziman û wiha berdewam kir: "Ger uk AKP ji bo rawestandina siyaseta demokratîk hewl dide em ê ji xebatên xwe yên siyaseta demokratîk bidomînin. Niha girtîbûna 12 parlamenteran ji bo Tirkiyeyê şerm e. Demokrasiyê seqet dike. Pêşiya şîdetê vedike. Cihê siyaset û çareseriyê meclîs e. Çareserî di axaftin û demokrasiyê de ye. Niha 64 hevşaredar girtî ne. 3 hezar û 500 endamên vî partiyê hatine girtin. Li şûna hevşaredar qeyûm hatine tayînkirin. Dema em di 2009'an de hatin girtin jî operasyonekî bi vî rengî hebû. Wê demê jî li ser çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş dihatin kirin. Ger wê demê asteng nekirana îro şer çênedibû.

Irmak da zanîn ku hemû polîs, dozger û dadgehêr ku lêpirsîna "doza KCK'ê" kirine niha hemû bi hinceta ku têkîliya wan bi cameta Gulen re heye hatine girtin ji ber vê yekê ev dosya, dosyayekî vala ye, kesên ku ev dosya amade kiriye bi muebetê tên darizandin û wiha axivî: "Bi dosyayên ku kesên bi îxaneta welat tên sûcdarkirin amede kirin mirov çawa bawer bike. Çawa dê bibe hiqûqî? Ji ber vê yekê ev dosya vala ye. Divê bikeve. Doza Ergenekonê kesên ji ber FETO hatin girtin amade kirin ji ber vê yekê ew dosya ket. Parlamenter Engîn Alan bereat kir. Ew beraet dike ez hê jî derdikevim pêşberî we. 2 milyon tazminat girt. Em tazminatê naxwazin. Azadî ji pere rûmetir e. Baweriya min a hiqûqî tune dike, neheqiyê datîne holê."

Piştre parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û got ku darizandina ku der barê Irmak de tê meşandin li dijî qanûna bingehîn e ji ber vê yekê jî xwest ku darizandin bê rawestandin, piştî ku li gorî usulê destnedayîna wê bê rakirin darizandin dikare berdewam bike.

Parêzer Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber ku riyên hiqûqa navxweyî tuneye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û ji wir li benda biryarê ne. Yalçindag anî ziman ku di vî dosyayê de têkîldarî nehiqûqê çi bê gerandin heye.

Parêzer Erhan Urkut jî got ku qanûna bingehîn peyamenkî civakî ye lê ji ber ku hemû parlamenter girtî ne di nava vî peymanê de Colemêrg tuneye.

Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara ji bo dengê Irmak bê tehlîlkirin xwest qeydê deng Bê girtin û daxwaza parêzeran a rawestandina darizandinê red kir. Doz taloqî meha nîsanê hat kirin.