ENQERE - Di doza Qatlîama Enqereyê de mexdûra bi navê Suheyla Kîrmanci ya axivî wiha got: "Polîsan li aliyekî gaz davêtin birîndaran li aliyê din jî tîqetîqa wan bû. Ez bûm şahida vê yekê."
Di doza Qatlîama Enqereyê 10'ê Cotmeha 2015'an di roja sêyemîn de li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Doza ku ji ber ewlehiyê dereng dest pê kir li salona 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin. X
Dozê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir û polîsên çewîk bi telefonên xwe ve cihên ku mexdûr rûdiniştin qeyd kirin. Li ser nerazîbûnên parêzeran palîsan dev ji qeydgirtinê berdan.
Piştre mexdûran îfade dan. Mexdûran xwestin saziyên dewletê û berpirsyarên siyasî yên hikûmetê jî bên darizandin. Heyetê yek bi yek mafê axaftinê da mexdûran. Bavê Alî Denîz Uzatmaz ê jiyana xwe ji dest da Ogun Uzatmaz axivî û got ku di serî de ji Waliyê Enqereyê, Midûriyeta Emniyet û MÎT'ê, Serokomar û Serokwezîr gilîkar e.
Hasar Akdemîr jî diyar kir ku ji Meletiyê heta hatin Enqereyê li rê kontrola nasnameya qet nehatiye kirin û wiha got: "Kedkarên tenduristiye li ser polîsan geriyan lê polîsan bombeyên gazê diavêtin birîndaran."
Dayika Îsmaîl Kizilçay ê jiyana xwe ji dest da Sunduz Kizilçay jî wiha got: "Tu sucê kurê min tunebû. Ez bi 5 sewiyan ve mame. Yên ku kuştin di destê we de ye. Ez ji hemûyan gilîkar im." Mexdûrê bi navê Azîz Mustafa Şîmşek jî di îfadeyên xwe de wiha got: "Piştî ku bombe teqiyan demeke ez nehitm li ser hişê xwe. Dema ku hatin ser xwe ez fikirîm bûyerekî terorê ye. Lê piştî ku min dît polîs bombeyên gazê davêjin ser birîndaran ez fikirîm ku pol3isan êrîş pêk anîne."
'POLÎSÊN KU BOMBEYÊN GAZÊ DAVÊTIN TÎQETÎQA WAN BÛ'
Mexdûra bi navê Suheyla Kîrmanci jî anî ziman ku dema qatlîamê li ber Garê bûye û ji polîsan gilîkar e. Kîrmanci wiha got: "Piştî ku bombe teqiyan polîsan bombeyên gazê avêtin ser birîndaran. Dema ku polîsan gaz davêtin tîqetîqa wan bû. Ez bûm şahida vê yekê."
Mexdûrê bi navê Îshak Kocabiyik jî wiha axivî: "Ger ku li vî welatî em dixwazin bihevre bi awayekî demokratîk bijîn divê tu kes ji vî berpirsyariya dîrokî nereve. Ez ji kesên ku di vî bûyerê de berpirsyariya wan heye ji hemûyan gilîkar im."