Parlamentera HDP'ê Zana hat berdan

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana ya hatibû binçavkirin bi şerta kontrola edlî hat berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana dema ji navçeya Farqînê dihat Amedê li têketina bajar di çarçoveya lêpirsîna ki Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatiye destpêkirin de li rê hate binçavkirin. Zana ji bo îfadeya wê bê girtin birin Edliyeya Amedê.

ŞERTA KONTROLA EDLÎ

Zana ya ku hat hînbûn bi wesayîta xwe ve birine Edliyeya Amedê di çorçoveya lêpirsîna ku hatiye vekirin de îfade da dozgeriyê. Dozger bi daxwaza "şerta kontrola edlî" Zana sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê kir. Zana ya ku li vir îfadeya wê hat girtin bi "şerta kontrola edlî" hat berdan.

DI 17'Ê MIJDARÊ DE KRÎZA SONDXWARINÊ

Leyla Zana piştî hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an dema li Meclîsê sond xwar li şûna "miletê tirk" gotina "miletê Tirkiyeyê" bi kar anî bû û Serokê Meclîsê yê demî Denîz Baykal sond betal kiribû. Zana di 2011'an de jî di dema sondxwarinê de li şûna "miletê tirk" gotina "miletê Tirkiyeyê" bi kar anîbû.

DI 6'Ê MIJDARA 1991'AN DE KRÎZA SONDXWARINÊ

Leyla Zana ya ku di hilbijartinên 1991'an de kete Meclîsê di merasîma sorndxwarinê ya 6'ê Mijdara 1991'an de bi kurdî gotina "Ez vî sondê ji bo biratiya gelê kurd û tirk dixwim" bi kar anîbû.

DARBEYA 2'YÊ ADARA 1994'AN Û 10 SALAN HEPS

Ji ber wan gotinên ku wê rojê jî bûbû krîz Zana û komek hevalên wê bi darbeya 2'yê Adara 1994'an de hatibûn binçavkirin û girtin. Parlamenterên DEP'ê Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak 10 salan li girtîgehê mabûn û piştre hatibûn berdan.