Yên li Girtîgeha Amedê komkujî kirin terfî bûn

AMED - Rûniştina doza komkujiya girtîgeha Amedê ku 20 sal berê 11 girtî hatin kuştin û 24 girtî birîndar bûn li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina doza "Komkujiya Girtîgeha Amedê" de derket holê ku bersûc Vedat Çolak piştî 15'ê Tîrmehê terfî Serokê Daîreya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hat kirin.

Rûniştina doza "Komkujiya Girtigeha Amedê ku di 24'ê Îlona 1996'an de pêk hat û 11 girtiyên PKK'ê bi şîşên hesin hatin kuştin û 24 girtî birîndar bûn, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina doza ku 89 peyvirdarê cemaweriyê tên darizandin de piştî xwendina biryara dadgeha bilind a xerakirina dozê li îfadeya bersûcan hat guhdarkirin. Gelek bersûc ji bajarên xwe bi rêya SEGBİSê beşdarî rûniştina dozê bûn. Gelek parêzerên kuştiyan 3u parêzerên Baroya Amedê jî li salonê amade bûn. Hin bersûcan parêzerên Baro nexwestin û parêzerên taybet xwestin. Parêzerên bersûcan ên beşdarî dozê bûn jî ji aliyê polîsên Miedûriyeta Polîsan a Amedê ve bi taybetî hatin parastin.
BERSÛC TERFÎ KIRIN


Bersûcên bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bûn xwe parastin û diyar kirin ku ew bê sûc in. Bersûcê Komkujiya Zindana Amedê Vedat Çetîn ku wê demê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar li Şaxa Qaçaxvaniyê Serbaz bû piştî darbeya 15'ê Mijdarê hat terfîkirin. Parêzerê Vedat Çetîn diyar kir ku muwekilê wî piştî darbeya 15'ê Tîrmehê terfî Serokê Daîreya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hat kirin û di rûniştinek din de em dê hewl bidin wî li salonê amade bikin.

Parêzerê kuştiyan Mesut Beştaş jî anî ziman ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û anî ziman ku dema bûyer pêk hat Serokomarê wê demê Süleyman Demirel hat Amed ziyaret kir. Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da ku bersûcên îfade nedane îfade bidin û belge û agahiyên kêm bên temamkirin û doz taloqî Çile kir.

11 GIRTIYÊN PKK'ê BI LÊDANÊ HATIBÛN KUŞTIN

Di 24'ê îlona 1996'an de li Girtîgeha Amedê piştî hovîtiya dewleta tirk 11 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan, piştî rûniştinên 10 salan ên dozê li her yek ji 63 bersûcan tenê 5 sal cezayê gertîgehê hatibû birrîn. Doza ku 72 bersûc dihatin darizandin û 24'ê Îlona 2006'an de bi encam bû, piştî rûniştinên 10 salan ên dozê, li her yek ji 62 bersûcan tenê 5 sal cezayê girtîgehê hatibû birrîn û ji bo 3 salan jî xizmeta gelemperî li wan hatibû qedexekirin.

Bersûcên ji komkujiyê sûcdar hatin dîtin, ji efûya giştî sûd wergirtibûn û ji cezayê sembolîk ê li wan hatibû birrîn jî hatibûn berîkirin ango rojek tenê jî di zindanê re derbas nekirin. Li ser serlêdana mexdûran, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind biryar ji binî ve betal kir. Lê belê di rûniştina nû ya li 3'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat, dozger xwest 3 bersûc bêne berdan, 62 bersûc jî bêne cezakirin. Dozger wekî din bi bahaneya bihurîna demê, xwest dosyayên yek jê dixtor 7 bersûcan jî bên girtin. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di vê dozê de ji ber xalên 2 û 3 yên Peymana mafên mirovan ku yek jê bikaranîna hêza zêde, û ya din jî îşkence û muameleya xirab qedexe dike, Tirkiye bi dayîna 798 hezar Euro mehkûm kiribû.