AMED - Rêxistina HDP û DBP'ê di çarçoveya kampanya referandumê ya 44 navendan de li navçeya Pasûrê civîna gel pêk anîn. Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Giştîya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku ew referandumê boykot nakin û wiha got: "Kurd dê biçin ser sindoqê û dê bêjin "Na".
Piştî KCD, HDK, TJA, DBP û HDP'ê li Amedê deklerasyona referandumê diyar kir û starta bernameya 44 navendan dan, HDP'ê û DBP'ê li herêmê dest bi civînên gel kir. HDP û DBP'ê piştî duh li navçeya Çinarê civîna gel pêk anîn û starta xebatên referandumê da, îro jî li navçeya Pasûrê ya Amedê bi civîna gel srarta referandumê dan. Civîn li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Pasûrê pêk hat. Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroê DBP'ê yê Amedê Zekî Baran, Hevserokê DBP û HDP'ê yên navçeya Pasûrê jî amade bûn.
Di civînê de Cîgira Hevserokatiya Giştîya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku ew referandumê boykot nakin û wiha got: "Kurd dê biçin ser sindoqê û dê bêjin "Na". Di Qanuna 1924'an kurd hatin înkarkirin. Pişti hewhdana 15'ê Sibatê disa xwestin heman qanûnê dubare biikin. Berxwedana me mezin e. Vê carê hêza me gelek mezin e. Em pir bi hêz in. Ev referandum ji bo me gelek girîng e. Vê carê ji bo em bêjin "Na" gelek sedemên me hene. Ger ku em aştî, edalet, çareserî û wekheviyê dixwazin pêwiste em biçin ser sindoqê û bêjin na. Em dê bi hevre vê yekê bi dest bixin û bi ser bikevin. Zextên li ser siyasetmedarên kurd didome. Ji bo em ji van zext û zordariyan re bêjin bes e. Em dibêjin "Na". Kurd dê biçin ser sindoqê û bêjin "Na".
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir jî anî ziman ku di dîrokê de her dem li dijî kurdan dijminanti hatiye pêşxistin û wiha got: "AK Partî dixwaze HDP'ê tune bike. Her çend êrîş bike jî îro em li ser piyan in. HDP vê hêza xwe ji Pasûrê û ji gelê Tirkiye digire."
MHP XELAS BÛYE
Pir, anî ziman ku ew dikarin bi hevre ji pergala AKP û MHP'ê re bêjin raweste û wiha berdewam kir: "MHP êdi xelas bûye. Bahçelî jî dixwaze bibe cîgirê Serokdewlet. Gelê kurd û gelê pasûrê di ferqa her tişti de ye.
Xelatiyekî Pasûrê Îbrahim jî diyar kir ku ew şoreşger in û dê bi rêxistin bixebitin û bi hevre bêjin "Na."