Ferhan Turk hat girtin

MÊRDÎN - Şaredarê Qoserê yê berê û Serokê Komeleya Rojava yê Qoserê Ferhan Turk û 4 kesên din hatin girtin.

Şaredarê Qoserê yê berê û Serokê Komeleya Rojava yê Qoserê Ferhan Turk jî di navde 8 kes di 17'ê Mijdarê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ferhan Turk jî di navde 8 kesên hatibûn binçavkirin îro sewqî dadgehê hatin kirin. 8 kes piştî 5 rojan di bin çavan de man sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê 3 kesan de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Heyetê der barê Ferhan Turk, Fettah Tekin, Sadık Koşar, Fahri Dogan û Ramazan İlden de jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê " biryara girtinê da û şandin Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê.