Rûsya: Em PKK'ê wek terorîst nabînin

ENQERE - Rûsyayê daxuyand ku ew YPG û PKK'ê wek terorîst nabînin.

Li gor nûçeya malpera Sputnîkê ku nêzî Rûsyayê ye, rayedarê Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê Aleksandr Botsan-Harçenko, daxuyand ku ew PKK'ê û YPG'ya ku li bakurê Sûriyeyê fealiyetên xwe dimeşîne wek terorîst nabînin.

Botsan-Harçenko yê ji çapemeniya Rûsyayê re axivî wiha got: "Li Rûsyayê ev rêxistin bi awayekî fermî ne di lîsteya terorê de ne. Ev rastiyek e, rewş ev e."