AMED - Li navçeya Pîranê ya Amedê 2 rojin sewqîyata leşkerî zêde bûye.
Li navçeya Pîranê ya Amedê duh heta derengê şevê sewqîyata leşkerî pêk hat. Hat zanîn ku bi helikopteran leşker sewqî herêmê hatin kirin. Hat diyarkirin ku dê operasyonek berfireh pêk bê. Şêniyên gundên herêmê diyar kirin ku fikara wan zêde ye. Şêniyên gundê Şingrig, Xaçek, Behro, Heridan û Pirejman bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew bi fikar in.