STENBOL - Ji xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK'ê hat girtin Mustafa Azizoglu, zimanê li enstîtuyê fêr bû fêrî xwendekarên nû dike. Ji xwendekaran Hakan Keskinturk jî diyar kirku ji bo perwerdehiyê em hewcetiyê bi cihwarekî nabînin. Nikarin fêrkirin û fêrbûna ziman asteng bikin."
Mustafa Azizoglu (56) yê li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, fêrî kurdî bû piştî enstîtu hat girtin niha ew bi xwe dersan dide. Azizoglu, tiştên li enstîtuyê hîn bûye niha li Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM) fêrî xwendekarên nû dike. Azizoglu, anî ziman ku ew heftê 3 saetan dersan didin û ji bo dersan eleqeyeke zêde heye. Azizoglu, yê 7 sal berê dest bi xebatên kurdî kiriye anî ziman ku, wî kêmaniyên xwe yên rêzimanî bi xwendina pirtûkên kurdî yên wek Mehmet Uzun temam kiriye.
‘BI GIRTINA ENSTÎTUYÊ RE EM Ê DEV JI KURDÎ BERNEDIN'
Azizoglu, anî ziman ku wî li enstituyê heta pola 3'yemîn xwendiye, lê belê berî ew derbasî pola 4'emîn bibe enstîtu hatiye girtin. Azizoglu wiha axivî: "Min dixwest mamostetiyê bikim û min ji hevalên xwe re got, heke bibe ez ê li malê dersên taybet bidim xwendekaran. Yanî ji ber enstîtu hat girtin, ew nayê wateya em ê dev ji hînbûna kurdî berdin. Ji ber vê me li Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê dest bi dersên xwe kir. Niha 15 hevalên me beşdarî dersan dibin. A rast serbilind im. Di pêvajoyeke wisa zehmet de beşdarbûna hevalan a ji bo dersê hêviyê dide der." Azizoglu yê got, "Her çi qas enstîtu hatibe girtin jî alternatîfên me hene" dest nîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku careke din kurdî rastî bişavtinê bê û wiha axivî: "Em ê li her derî dersên xwe bidin. Tenê bila gelê me daxwaz bike û beşdar bibe."
PÊŞÎ DÊ EW HÎN BIBE PAŞÊ JÎ DÊ FÊRÎ ZAROKÊN XWE BIKE
Bavê du zarokan Serhat Ok, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve bi kurdî diaxive, lê ji ber nikaribûye bi kurdî rojname û pirtûkan bixwîne tevlî dersên kurdî bûye û diyar kir ku, ew derbasî pola duyemîn bûye. Ok wiha axivî: "Me biryar da em ê xwe bi xwe pêş ve bibin. Tam wê demê me Mamoste Mustafa nas kir. Me xwest dersê bide me. Wî jî got, heke hejmar baş be ew ê dersê bide. Niha derbasî pola duyemîn bûme. Ez ê dev jê bernedim. Sînoreke pêşxistinê tune ye." Ok, diyar kir ku ji ber hevjîna wî li Îzmîrê mezin bûye bi kurdî nizane û ji ber vê jî zarokên wî jî pir hindik bi kurdî dizanin. Ok wiha got: "Dema ez hatim asta perwerdedayînî, ez ê hem fêrî zarokên xwe hem jî fêrî hevjîna xwe bikim."
BI SALAN E HÎN DIBE
Hakan Keskinturk, anî ziman ku ew 15 sal e li Stenbolê ye û aşpêjiyê dike û got, ew bi sala ye hem karê xwe dike, hem diçe dibistan û hem jî hînî kurdî dibe. Keskîturk wiha axivî: "Nêzî 6 salan e ji bo kurdiya xwe pêş ve bixim lêkolînan, xwendinan dikim. Ev demeke jî li GKSM'ê dersan dibînim. Zaf baş derbas dibe. Hêvî dikin zêdetir bidome."
'HER DER DIBISTAN E'
Keskinturk têkildarî girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de wiha got: "Dibistan ne cihekî çardîwarî ye. Her der dibistan e. Ji bo me her der dibistan e. Ji bo perwerdehiyê pêdibî bi cihawarekî tune ye. Ji bo me tu carî şert û merc baş nebûn. Em îro jî rastî pêvajoyeke zehmet hatine, lê dê ev pêvajo tu carî fêrkirin û fêrbûna vî zimanî asteng neke."