Li Kurkçulerê hewldanên provakasyonê

EDENE - Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Mehmet Akar, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê polîtîkaya"Tevlîhev bike" ya piştî derbeya 12'ê Îlonê li girtîgehan hat sepandin ketiye dewrê û got: "Rêberiya girtîgehê zemîna provakasyonê çêdike."

Parêzvanên mafên mirovan, gotin polîtîkaya "Tevlîhev bike" ya piştî derbeya 12'ê Îlonê di serî de li Girtîgeha Mamakê û hemû girtîgehên din ket dewrê, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê niha ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve li gelek girtîgehan dikeve dewrê. Beriya demekê heman sepandin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê ketibû dewrê, lê li ser bertekên girtî û malbatên wan hatibû hilawistin. Lê hat diyarkirin heman sepandin dîsa ji aliyê îdareya girtîgehê ve ketiye dewrê.

'EM TEVÎ DAIŞ Û FETO'YIYAN LI HEMAN KORÎDORÊ NE'

Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Mehmet Akar, anî ziman ku ew di warê pêwendiya bi girtiyan re rastî zehmetiyan tên, lê belê bi riya malbatan bi wan re pêwendiyê datînin û wiha axivî: "Malbat ji me re dibêjin girtî diyar dikin ku; 'li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde ne. Heta niha girtiyên siyasî yên li Bloka A'yê bûn, wan li blokên A, B û C'yê belav kirine, ku li heman korîdorê DAIŞ û FETO'yî jî hatine bicihkirin. Di dema hevdîtinan de em û vana bi hev re derdikevin. Rêveberiya girtîgehê zemîna provakasyonê amade dike. Ji bo provakasyonê derxînin li odeyan dirûşmeyên heqaretî berz dikin."

'MUHAMMED ALÎ DI GIREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE'

Akar, anî ziman ku malbatan ragigandiye ku girtî dibêjin xweşikî xwarinê nadin wan û got, Mustafa Muhammed Alî yê rojavayî li hucreyeke yekkesî tê ragirtin û ketiye gireva birçîbûnê."

'GUH BIDIN VAN PÊKANÎNAN'

Akar, got li girtîgehê îdareya girtîgehê bi awayekî cidî "polîtîkayeke rageşiyê" xistiye dewrê û wiha axivî: "Girtî diyar dikin ku, heke dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehê neyên ew ê dernekevin hevdîtinê û dê greva birçîbûnê bê dem û dorveger dest pê bikin. Îdareya girtîgehê li pêyî provakasyoneke mezin e û ji ber vê polîtîkayeke rageşiyê dimeşîne. Em dixwazin dawî li vê polîtîkayê bê û mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin. Em dixwazin rayedar guh bidin pêkanînên li girtîgehê û pirgirêkê çareser bikin."