REQA - Di roja 6'emîna pêngava sêyemîn a operasyona "Xezeba Firatê" ya ji du milan ve hat destpêkirin de, 10 gund û bi dehan mezrik hatin rizgarkirin. Dayika 5 zarokan Fatîma Abdullah a spasiya hêzên QSD'yê kir wiha got: "Wek jin jiyana di bin dagiriya wan de gelekî zehmet bû. Her tim tirsa dê rojekê werin min bibin li ser min hebû."
Di roja 6'emîn a 3'yemîn pêngava operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo rizgarkirina Reqayê hat destpêkirin de, 10 gund û bi dehan mezrik û noqteyên stratejîk ketin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Operasyona ku ji milên Bîr Heba û Xinizê ve didome, 35 eşîretên mezin ên reqayî jî piştevaniya wê dikin. Heta niha di operayonê de ji milekî ve 29 kîlomet re û ji milekî ve jî 35 kîlometre pêşveçûyînek heye û ev pêşveçûyîn ji bo gelên herêmê bûye cihê hêviyeke mezin.
Li zeviyê ku bi piranî çol e, li gel şert û mercên zivistanê jî şervanên Odeya Çalakiya "Xezeba Firatê" operasyonê didomînin û tê payînkur dê di demeke kurt de bigihêjin hev. Milê Bîr Heba yê operasyonê gundên Ebû Nîtoliyê, Ebû Dalah, Libêydan; milê Xinizê jî gundên Bîr Fewaz, Bîr Saîdê ji DAIŞ'ê paqij kirine. Şervanên QSD'ê gundê Miêzela yê li ser milê Xinizê ye jî dorpêçkirine û di navbera şervan û DAIŞ'iyan de pevçûnên dijwar diqewimin.
WINDAHÎ TUNE YE
DAIŞ'iyan li gelek gund û mezrikan xefikên mayinî çêkirine, lê li gel vê hêzên operasyonê diyar kirin ku ew li dijî vê bi temkînî tevdigerin. Odeya çalakiyê agahiya ku wan li gundê Bîr Saîdê 55 mayin îmha kirine da û dest nîşan kirin ku li gundê Bîr Dûxanê jî 18 mayin bêbandor hatine kirine. Her wiha gelek wesayîtên DAIŞ'ê yên bombebarkirî jî hatin îmhakirin. Li ge vê, balafirên koalîsyona navnetewî jî li gor koordînatan noqteyên DAIŞ'ê hedef digirin û ji van noqteyan yek jê jî wesayîte bombebarankirî ya lu gundê Bîr Saîdê bû. Odeya çalakiyê ya QSD'ê dest nîşan kir ku heta niha tu windahiyên wan tune ne.
DAIŞ VEDIKIŞE
Di operasyonê de DAIŞ'iyên ku nikarin li pêşberî hêzên QSD'ê xwe ragirin, hat ragihandin bi paş ve vedikişin û bi dehan kes ji wan hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku gelek çekên giran ên DAIŞ'ê jî ketine dest.
SIVÎLAN DIKIN MERTAL
Odeya çalakiyê, dest nîşan kir ku ji bo QSD sivîlan rizgar bike gelekî hewl dide û ragihand ku, gundê Bîr Saîd ê li noqteyeke stratejîk e û riya di navbera Reqa û Silûkê de te ketiye bin kontrola wan. Ji niştecihên gund Hemîd Faysal, anî ziman ku şervan xizmeta gel dikin. Faysal, diyar kir ku QSD bi hawariya wan de hatiye û wiha got: "Dema em di dest DAIŞ'ê de bûn, em rastî gelek zehmetiyan dihatin. Dema DAIŞ'ê bihîst QSD tê van dera hîn bêtir bi ser me de hat. Hema bêje tiştekî me yê xwarinê nema. Dema operasyon dest pê kir, me bernedidan. Di pevçûnan de me wek mertal bi kar dianîn. Ji ber vê bi zor û heft bela em ji dest wan derketin. Heke ne ji şervanan bûna, dê me bernedanan."
'DAIŞ MALA ME BI SER ME DE RÛXAND'
Ji niştecihên Bîr Fewazê Mihemmed Resûl, diyar kir ku êdî ew natirsin û ji ber kirinên şervanan spasiya wan kir û wiha axivî: "Dema şervan hatin, li van deran sîper çêkirin. Mayin xistin her derî. Ji xwe dema QSD hat nikaribûn zaf bisekinin. Li gundê me 17 çete hatin kuştin. Yên din jî her tişt danîn û reviyan. DAIŞ'ê mala me bi ser serê me de rûxand. Wekî din tu tişt nedan me. Dixwastin min li dijî QSD'ê bikarbînin. Li gund kesî wan nedixwest. Li ji tirsa kesî nikaribû tiştekî ji wan re bibêje. Çimkî, dema tiştekî neyînî bidîtanan raste rast dikuştin. An jî ew dibirin cihekî din û serê wî/ê jê dikirin."
BER BI QADÊN EWLE VE
Ji QSD'yiyan Hesûn Ehmed, ê li qadên hatine azadkirin piştî fealiyetên arav û taravkirinê şert û emrcên vegera gundan ji bo gundiyan peyde dike diyar kir ku, her diçe pevçûn dijwar dibin û wiha axivî: "Ji bo rastî tu xesarê neyên, em sivîlan dibin qadên ewle. Ji bo wan me berê cihên hêwiriyê amade kirine. Em hemû pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih tînin. Niha em li gundê Bîr Saîdê ne. Li vî gundî du rojan pevçûnên dijwar rû dan. Piştî pevçûnan me gund ji çeteyan paqj kir. Me ji wan gelek kuştin, cenazeyên wan di dest me de ne. Me mayinên wan bi cih kirine jî paqij kirin. Niha jî ewm welatiyan tînin malên wan. Pêşveçûyîna me didome. Em ê hemû derên ku me plana wan kiriye bistînin."
JI BO JINAN HER ROJ TIRS Û XOF BÛ
Gundiyên Ebû Dala yê li ser milê Bîr Hebayê ye, ji be rgundê wan hatiye azadkirin spasiya şervanên QSD'ê kirin û kêfxweşiya xwe parve kirin. Fatîma Abdullah, ragihand ku hevjînê wê ji ber zilma DAIŞ'ê reviyaye û niha ew tevî 5 zarokên xwe li benda wî ne. Abdullah, anî ziman ku DAIŞ'ê hez ji malbata wê nedikir û ji ber vê tim zilm li wê û zarokên wê dikir û got, ji ber tirsa DAIŞ'ê hema bêje ew qet dernediket derve. Abdullah wiha domand: "Min nikaribû davekê bavêje derekî cuda jî. Wek jinê jiyana di bin dagiriya wan de zaf zehmet bû. Ji xwe ji destê me heta ser çavê me dixwastin girtî be. Ji bilî qethiyen tiştekî din qebûl nedikirin. Dibistan digirtin û bi zorê dersên cuda didan zarokên me. Carinan bêyî ji kesî re tiştekî bibêjin hinan bi xwe re dibirin. Kes ji tirsan newêribû tiştekî bibêje. Bi vî awayî her roj tirs û xof hebû. Niha em ji wan xelas bûn. Em vedigerin gundên xwe yên hatine paqijkirin û veguherîne qadên ewle."
Nazim Daştan - dîhaber