ŞIRNEX - Dayîka Mehmet û Orhan Tûnç, Esmer Tûnç ku salek berê zarokên wê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan zarokên xwe bi bîr anî û got: "Ez bi qêrîn û lorînan bi hewara wan çûm lê hêzên dewletê destûr nedan ez bedenê zarokên xwe ya dişewite vemirînim." Hevjîna Orhan Tûnç, Guler Tûnç jî diyar kir ku herdu bira bi şev di xevnên wan de û bi roj jî di xeyalên wan de ne.
Salek berê li bajarê berxwedanê Cizîra Botan bi dehan welatî di 3 jêrzemînan de hatin şewitandin. Di qedexeya 14'ê Kanûna 2015'an hatî îlankirin de kesên ku li hember êrîşên dewletê li ber xwe dan di berdewama qedexeyê de xwe spartin 3 jêrzemînên avahiyan. Di jêrzemîna duyemîn de li gel Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel 61 kes hatin şewitandin.
VEHŞETA DEWLETÊ BERXWEDANA CIWANÊN CİZÎRÊ
Hevserokê Meclîsa Gel a Bajêr Mehmet Tunç û birayê xwe Orhan Tunç jî terka gelê Cizîrê nekir û heya dawiyê pêşengiya berxwedanê kirin. Li gel hemû êrîşên hêzên dewletê Tunç kolan kolan geriya û berxwedan û tekoşîn xurt kir. Hêzên dewletê gelê ku ji ber êrîşan di jêrzemînên malan de xwe diparastin bi benzînê şewitandin. Tunç berxwedana ciwanên Cizîrê û vehşeta hêzên dewletê bi rêya telefonan ji hemû cihanê re ragihand.
YEK ŞEWITANDIN YEK JÎ ÎNFAZ KIRIN
Piştî şewitandina jêrzemîna yekemîn hêzên dewletê berê xwe dan jêrzemîna ku Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û 60 kes din têde ne. Dema Orhan Tûnç pê dihese ku birayê wî Mehmet Tûnç di jêrzemînê de hatiye şewitandin bi hewara wan diçe û ew jî ji aliyê hêzên dewletê ve tê înfazkirin.
EM BI NAVÊ WAN SERBILIND IN
Malbata Mehmet û Orhan Tûnç ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan di salvegera wehşeta bi serê zarokên wan hatî ew bi hesret bibîr anîn. Malbatê dan zanîn ku ew bi navê wan serbilind in û ew tu caran qehremaniya ku wan di bajarê berxwedanê de kirî ji bîr nakin.
LI HER KOLANEK CIZÎRÊ DENGÊ MEHMET BILIND DIBÛ
Dayîka Mehmet û Orhan Tunç, Esmer Tunç herdu kurên xwe bi hêstirên çawan bi bîr anîn û wiha axivî: "Îro salvegera herdu kurên min e. Saleke bêyî wan li mal dijîm. Mehmet Tunç di zarokatiya xwe de, zarokekî jîr û zane bû. Tu caran li hemberî zilma dewleta tirk serî netewand. Kurê min li zindanê û derve nav şer de her tim li ber xwe da. Tu caran dest ji doza xwe berneda. Gelek caran digot: "Ez dixwazim bi mirinek şeref bimirim." Ji ber vê yekê jî her tim bi gelê Cizîrê re bû. Mehmetê min li her qadê xebatên rêxistinê dimeşandin û li her kolanek Cizîrê dengê Mehmetê min bilindi dibû."
GELÊ KURD LI HEBERÎ ZILM Û ZORDARIYA DEWLETÊ YA BI SALAN RABÛ
Tunç bal kişand ser zilm û zordariya dewletê ya bi salan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi salan e hêzên dewletê li ser gelê kurd zilmê dimeşîne. 40 sal in ji bo kurd xwe nedin destê zalim tekoşîn dike. Lê Erdogan dibêje tu mafê kurdan nîne. Îro rayedarên dewletê welatê me bi hêzên xwe dagir kirine lê bila bizanibin ku ew ax û welat yê kurdan e. Ev zilm û zordariya dewletê nayê qebûlkirin. Herdu salên dawî jî êdî gelê kurd got em qebûl nakin û li hemberî hêzên dewletê rabûn. Mehmet Tunç hevserokê bajêr dikir û siyasetmedar bû lê bi emrê Erdogan kurên min şewitandin."
MIN NEKARÎ BEDENÊ KURÊ XWE JI NAV AGIR DERXIM
Tunç da zanîn ku destê kurên wê ji ciwanên bajêr nedibû û got: "Berxwedana kurê min berxwedanek dîrokî bû. Li gel êrîşên hêzên dewletê kurên min di taxan de pêşengiya tekoşîna gelê Cizîrê kir. Destê kurên min ji ciwanên bajêr nebû û bi wan re heya dawiyê li ber xwe dan. Hêzên dewletê di jêrzemînan de wehşet pêk anîn. Ambûlans bi wan ve neçûn. Dema me zanî hêzên dewletê destûr nadin ku ambûlans herin min kefiyek spî da destê xwe û ez û çend dayîk din çûn ber derê jêrzemînê. Bîna mirovên şewitandin li ser jêrzemînê dihat. Min kir qêrîn û hewar lê min nekarî biçim bedenê kurê xwe ji nav agir derxim. Hêzên dewletê tax hemû dorpêç kiribû, çawa ku dengê me bihîstin em jî gulebaran kirin. Em 9 dayîk bûn me got ger me bikujin jî em destê hev bernadin. Em hatin li ser rê polîsek rih dirêj û bi emir derdora me da ber guleyan. Piştre got leşkeran, ' hûn çima wan dayîkên 'terorîstan nakujin.' Em du rojan binçav kirin nehiştin ez kurên xwe ve biçim."
'DIVÊ KURDISTANÎ EGÎDÊN CIZÎRA BOTAN JI BÎRNEKIN'
Tunç diyar kir ku ji ber ku wê nedikarî ji bo stendina cenayên zarokên xwe bistîne tiştek bike roj bi roj diqeherî û wiha domand: "Bi rojan ez li ber derê şaredariyê bûm. Lê min xwe negihand cenazeyê kurê xwe. Kurên min û ciwanên Cizîrê bê xwedî man. Ji ber wê yekê jî hêzên dewletê hemû hovîtiya xwe li ser gel meşand. Kurên min egîd bûn, şêrên Kurdistanê bûn. Divê tu kes berxwedana wan ji bîr neke. Her tim tekoşîna qehremanên Cizîra Botan di dilê wan de be."
'SALEKE EZ BI HESRETA KURÊN XWE DIJÎM
Dayîka Esmer hesret û xerîbiya xwe bi wan gotinan bi dawî kir: "Mehmet û Orhan herdu bira ne, mil dan mila ne, heya dawiyê berxwedan e, Cizîra botan kirin kelha Egîdan e. Ez saleke bi hesreta kurên xwe Mehmet û Orhan dijîm. Ez tu caran wan ji bîr nakim. Ew ê her tim dilê min de bin. Ez ê sersalan van jî bi mewlûdekê jî nû bikim. Ez bi berxwedan û serhildana wan jî serbilind im."
'PIŞTÎ 15 ROJAN AGAHÎ JI ME RE HAT'
Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç diyar kir ku salek derbas bûye lê ew hêj jî bawer nake ku hevserê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Dema Orhan birîndar Bêkesê min di zikê min de bû. Bi telefonê banî min kir û got, 'Ez birîndar im, ger ez neyêm navê zarokê min bike Bêkes. Me dizanî ku Orhan birîndar e. Min banî Rêxistina Efûyê (RE) kir. Wan got em ê vê rewşê bişopînin lê tu bersiv ji wan nehat. Polîsan got ambûlans çûye dê bînin nexweşxaneyê. Kurê min nû hatibû dinê. Ez bi wî halê xwe çûm nexweşxaneyê. Lê tu cenaze nehatibûn nexweşxaneyê. Orhan dema birîndar ji aliyê hêzên taybet ve hat înfazkirin. 3 mehan Orhan û Mehmet di taxan de li ber xwe dan. Piştî 15 rojan ji me re agahî hat ku cenazeyê Orhan li deriyê Xabûrê ye. Em çûn lê me teşhîs nekir."
'BÊKES EMANETÊ ORHANÊ MIN E
Tûnç da zanîn di roja hevserê xwe winda kir de zarokê wê Bêkes hatiye dinê û wiha bi dawî kir: "Bêkesê min îro bû yek salî. Ne Bêkes bavê xwe dît, ne jî Orhan Bêkesê xwe dît. Bavê her kesî heye lê bavê Bêkesê min nîne. Ji ber ku ez û Orhan biçûk bûn zewacame jî nebû. Ji ber vê yekê jî di nasnameya kurê min de navê bavê wî nehat nivîsandin. Bêkesê min emanetê Orhanê min ne. Ew bi şev di xevna me de ne û bi roj jî di xeyala me de ne."
Zozan Fendîk/ Dîcle Muftuoglu - dihaber