WAN - Hevseroka Egîtîm Sen'a Wanê ya bi KHK'ê hat îxrackirin Gulcan Kaçmaz Sayyigit, bal kişand ser êrîşên îktîdarê yên li dijî muxalifan û wiha got: "Her ku êriş zêde bibin em dê wekî gloka berfê mezin bibin. Em ji bo 'Na' bang li her kesî dikin ku dakevin qadan.
Bi biryara KHK ya dawî 4464 kes ji kar hatin îxrackirin. Yek ji van karmendên dewletê mamosteya Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, bertek nîşanî dûrxistinê da û wiha got: "Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê îktîdara heyî li dijî kesên muxalif êrîşên mezin pêk tîne. Sayyigit, anî ziman ku îktîdar ji darbeyê zêdetir darbe pêk anî û wiha got: "Dema îktîdar van êrîşan pêk tîne wekî mertal nîşan dide. Em bûn Komara ku bi KHK’ê bi rêve diçe. Ev pêkanîn hemû dijhiqûqî û dijdemokratîk in. Ev pêkanîn hemû bi biryarên KHK'ê pêk tê."
Sayyigit anî ziman ku hikûmet dixwaze bi KHK'yan rêxistinan belav bike û bi belavkirina hêzên demokratîk xwe bi hêz bike û wiha got: "Îktîdar hem bi belavkirina mamosteyan û hem jî bi belavkirina akademisyenan hêza bi rêxistin û aqil belav dike. Dixwaze hêza bi rêxistin belav bike. Dixwaze raxwazên perwerdehiya zanist, laîk, bê pere, perwerdehiya zimanê zikmakî û demokratîk ji holê rake. Hemû hevalên me yên kedkar bi biryarên KHK'ê hatin îxrackirin.
EM DÊ ROJ BI ROJ MEZIN BIBIN
Sayyigit, diyar kir ku ew dê li dijî hemû polîtîkayên perçekirin û tunekirinê wekî gloka berfê mezin bibin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Em li Tirkiye sed salin têkoşîna demokrasî, perwerdehiya zanist, laîk, bê pere û zimanê zikmakî didin. Em hem li diji darbekaran û hem jî li dijî îktidarê têdikoşin. Her ku êrîşên wan zêde bibe em dê wekî gloka berfê mezin bibin. Em dê li hemû qadên jiyanê têkoşîn û berxwedanê bi rêxistin bikin û mezin bikin. Em dê ji bo "Na" dakevin qadan û ji bo "Na" xebabatên referandumê mezin bikin. Em dê li dijî hemû êrîş binpêkirin û îhlalên mafê jiyana sendîkavan, zarok, jin û hemû beşên civakê "Na" bi rêxistin bikin."