Polîsan li Edene û Stenbolê gelek endamên HDP û DBP'ê binçav kirin

STENBOL - Polîsên TEM'ê yên Stenbolê serê sibê li gelek navçeyên Stenbolê bi ser mal û navnîşanên endam û reveberên HDP û DBP'ê de girtin. Di operasyonê de 58 endamên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Li Edeneyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 11 kes binçavkirin.

Yekîneyên polîsên girêdayî TEM'ê li gelek navçeyên Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girt. Polîsan di serdegirtina malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê de 58 kes binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Şafak Ozanli, Ercan Saglma, Mesut Karçik, Resul Akgun, Canşah Çelîk, Turgay Turgut, Eşref Yaşar, Firat Aslanlar, Yuksel Yildirim, Hikmet Duman, xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Ozan Hasret Yilmaz û kesên navê wan nehat zanîn.

LI EDENEYÊ 11 HDP Û DBP'î HATIN BINÇAVKIRIN

Li deneyê jî polîsan bi ser gelek malên de girt. Polîsan di serdegirtina malan de polîsan 11 kes binçav kirin. 11 kesên hatin binçavkirin sedema binçavkirinê nehat zanîn.

40 kesên di 1'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin jî hêj li Midûriyeta polîsan tên rawestandin.