REQQA - Berdevka Çalakiya Odeya Xebeba Firatê Cihan Şêx Ehmed, diyar kir ji du milan ve bi lez pêşve diçin û wiha got: "Milê Bîr Heba 11 kilometre nêzî Reqqayê bûye. Milê din jî bi lez pêşve diçe"
Qonaxa sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê di 4'ê Sibatê de dest pê kir. Têkildarî şerê pêngava 3'emîn Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, agahî dan dîhaberê. Cîhan Şêx Ahmed diyar kir ku hamleya wan a azadtirina Reqqayê bi lez didome û wiha got: "Em di milê Xinizê 29, ji milê Bîr Heba jî 37 kilometre pêş ketin. Qada ku me plan kiribû her ku em nêzîk dibin şer û pevçûn dijwartir dibe. Dema ku du mil bigêjin hev nêzîk maye. Pêngava 3'emîn di 4'ê Sibatê de dest pê kir. 6 rojin li ser milê Xiniz û Bîr Heba pêş dikevin. Heta niha me 10 gund û bi dehan gundik rizgar kirin. Milê Bîr Heba 11 kilometre nêzî reqqayê bûye.
'DAÎŞ'Ê DARBEYA GIRAN XWAR'
Ahmed, da zanîn ku di vê pêngavê de DAÎŞ’ê windahiyên mezin dît. Ehmed, anî ziman ku wan cebilxaneyek mezin a DAÎŞ'ê bi dest xist û wiha got: "Hêzên çeteyan bi du maşîneyên bombeyî êrîş kirin. Lê hêzên me ew îmha kirin. Me gelek maşîneyên wan desteser kirin. Hêzên me bi lez pêş dikevin."
'DEMA DU MIL BIGÊJIN HEV PIR HINDIK MAYE'
Ahmed, da zanin ku hêzên DAÎŞ'ê li milê Rojhilata Bakur zêde mayîn çandine û wiha got: “Milê Rojhilata Bakurê Reqqayê qadek bejayî û çol e û DAÎŞ herêm zêde mayin kiriye Ahmed wiha got: "Ev qadek gelek fireh e. Heta niha me gelek mayîn îmha kirin. Ji ber vê yekê em pir bi baldarî pêş diçin. Di demek pir kin de du milê me dê bigêjin hev. Demek pir hindik maye. Her ku em nêzî cihê ku me plan kiriye dibin şer zêde dibe.
'GELEK ENDAMÊ DAîŞ'Ê REVIYAN'
Ehmed, destnîşan kir ku ji her milî ciwan tev li hêza wan dibkin û endamên DAÎŞ'ê ku cih li wan teng dibin jî ji şer direvin û wiha got: "Em dê navenda bajarê Reqqayê rizgar bikin. Ji ber ku em pêşve diçin endamên DAÎŞ'ê bi hev ketine. Gelek endamên wan jî direvin."
Nazim Daştan - dihaber