Doza parlamenter Yîgîtalp hat taloqkirin

AMED - Doza ku derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp hat vekirin û 28 ceza jê re dihat xwestin hat taloqkirin.


Doza derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ku bi îdîayên li Amedê tevlî çalakiyan bûye û hincetên “endamê rêxistinê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “tevlî civîn û meşen bê destûr bûye û ligel hemû bangan jî belavnebûne”, “gel tehrîkî pêkneanîna qanûnan kiriye” û “li dijî pêkanîna peywirê li berxwe daye” ji 11 salan heta 28 ceza tê xwestin hat dîtin.

Doza ku li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, Yîgîtalp tevlî nebû tene parêzerên wê tevlî bûn. Piştî xwendina navan destpêkê parêzer Muharrem Şahîn mafê axaftinê girt. Şahîn, diyar kir ku Yîgîtalp ji ber karên xwe yên meclîsê nekarî tevlî rûniştina dozê bibe, dê di rûniştinek din de îfade bide û xwest doz bê taloqkirin.

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê hinceta Yîgîtalp qebûl kir û û doz taloqî meha Gulanê kir.