Li du taxên Qoserê qedexeya derketina derve hat îlankirin

MÊRDÎN - Li taxên Uzunkaya û Ulukoy yên Qoserê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li taxên Uzunkaya û Ulukoy yên ku bere gınd bûn ên navçeya Qosera Mêrdînê qedexeya derketian derve hat îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hat dayîn de hat diyakirin ku ji ber li taxan operasyon hene qedexe hatiye îlankirin.

Daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê wiha ye: “Ji bo em can û male welatiyên me yên li herêmên operasyonê ne biparêzin; ligorî madeyên qanûna îdarî ya bajar a hejmar 5442, ji 9’ê Sibata 2017’an roja Pêncşemê saet 06.002’an ve li taxên Uzunkaya û Ulukoy ên navçeya Qoserê heta fermanek duyemîn qedexeya derketina derva hatiye îlankirin.”