DAÎŞ'ê li El Babê di 2 rojan de 10 leşker kuştin

KÎLÎS - DAÎŞ'ê li El Bab'ê dîsa êrîşî Mertalên Firatê kir. DAÎŞ'ê li El Babê di 2 rojan de leşker kuştin. Gelek leşker jî birîndar bûn.

Operasyona Mertalên Firatê li El Bab'ê di roja 170'ê de berdewam dike. Di operasyona Mertalên Firatê de duh 5 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Operasyona Mertalên Firatê ya li Herêma El Babê di roja 170'an de didome. Leşkerên TSK'e yên tevî Artêşa Azad a Sûriyeyê li El Babê şer dikin îro dîsa rastî êrîşa DAÎŞ'ê hat. Di êrîşa îro de 5 leşkerên din jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn. Duh jî 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Duh û îro zêdeyî 20 leşker birîndar bûn. Leşkerên birindar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Kîlisê. Di operasyona Mertalên Firatê de heta niha 66 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.