Cigirê midûrê polîsan ji ber tiryakê hat girtin

STENBOL - Cigirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê ji ber bazarganiya tiryakê hat girtin.

Cigirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Omer Ceylan ku duh ji ber bazirganiya tiryakê bi serte kontrole hatibû berdan vê sibê ji aliyê dadgehê ve hat giritn. Ceylan beriya niha ji ber bazirganiya tiryakê kiriye hatibû binçavkirin û dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest bardabû.

Li ser îdîaya dozgeriyê Ceylan carekdin hat binçavkirin. Ceylan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî di kontrola tendirûstiyê re hat derbaskirin. Piştî kontrola tendirûstiye birin dadgeha Bakirkoyê.

Ceylan ku sewqî edliyeyê hat kirin piştî îfadeya hat girtin hat giritn.

Omur Ceylan demekê li Pasaport, Biyanî, Deriyên Sînor û Şaxa Rênîşanê cigirtiya midûrê polîsan dimeşand.