Ji bo Demokrasiyê Yekîtî: #Na, Em hene

STENBOL - Ji bo Demokrasiyê Yekîtî, ji bo "Na" deklerasyona referandumê aşkere kirin. Yekîtî, dê bi silogana “#Na, Em hene (#HAYIR, Biz Varız) xwe bi rêxistin bikin.

Eniya "Na" ku Ji bo Demokrasiyê Yekitî ava kirin, deklarasyona referandumê aşkere kir. Yekîtîyê li Salona Kenter a Şişliyê deklerasyon aşkere kir. Di deklerasyonê de hunermend, lîstikvanên sinemager, akademisyen, rojnameger, siyasetmedar, jin, ciwan û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Parlamentera HDP'ê û Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu û gelek parlamenterên din amade bûn. Li salona ku tije bû, bi silogana “#Na, Em hene (#HAYIR, Biz Varız) deklerasyon aşkere kirin.

‘DÊ TÎKTATORIYE AVA BIKIN'

Di destpêka aşkerekirina deklerasyona referanduma “Na" de strana "Na" hat strîn. Piştî Strana "Na" Endama Ji bo Demokrasiyê Yekîtî û parlamentera CHP'ê ya berê Melda Onur axivî. Piştre Ayşegul Devecîoglu, diyar kir ku bi vê qanûna bingehîn dixwazin bingehê “dîktatoriyê" ava bikin. û wiha got: "Ev Yekîtî li dijî “diktatoriyê" eniya berxwedanê ye.

Deklerasyona Yekitiyê ji aliyê Çelik Ozdemir û Işil Kurt ve hat xwendin. Deklerasyon wiha ye:

Qanûna bingehîn a di referandumê de bê erêkiri, dê hemû jiyan, qanûn, rêveberin û darazê di yek destî de kom bike. Dê dewleta hiqûqê ji holê rake. Dê meclis li dervê sînor bê hiştin. Dê vîna gel di destekî de dîl bê girtin. Dê rejîma totaliter bê avakirin. Li dijî vê rejîmê Ji bo Demokrasiyê Yekîtî dibêje "Na"

Em hene.. Em ji mirovên jin, ciwan, elewî, kedkar, endamê LGBTİ, hemû komên baweriyan, hemû nijad, hemû nerînên siyasî pêk tên. Em di nava pîvanên demokrasiyê de dest didin hev. Em ji bo aştî û aramiyê, ji heviya jiyana dewlemendiya cudahiyên xwe paşve gavan navêjin. Tu rewatiya vê qanûnê tune ye. Qanûna Bingehîn ku peymana civakî ye, bêyî vîn û fikra gel di navde hebe tê sazkirin. Ev qanûna bê avakirin re rewa ye. Di şertê OHAL di bin zextan û şer de tê avakirin. Ev qanûn bi vîna gel a azad pêk nayê. Dê hemû cudahiyên bawerî û nijadî ji holê rakin. Li şûna civakê û rengan nêzî hev bikin dê bêtir eniya di nava civakê de kûr bikin. Hemû fikr, nasname û nerînên cuda tên wêdekirin. Hemu rêgezên bingehîn ên demokrasiyê tên binpêkirin.

Nirxên azadî, wekhevî, biratî, edalet, edaleta nûnertiyê, edaleta civakî, edaleta siyasî ji holê tê rakirin. Lê pêdiviya Tirkiye bi lezgîn ji asayîbûnê heye. Pergala yek mirovî dê bêtir rageşî, alozi û pevçûnê kûr bike. Ev mesele meseleya welat e.

Ev qanûna bê avakirin ji bo pirsgirêkê welat nabe çare. Dê xizanî, betalî, xema pêşerojê dê zêde bike. Dê şer, bombekirin û aloziyê kurtir bike. Hemû maf û azadiya karkeran ji holê rake. Dê maf û daxwazên Kurd, elewî, jin, tune bihesibîne. Gelo dê pergala rejîma yek mirovî li vî welatî kijan pirsgirêkê çareser bike. Dê kes nikaribe li hemberî van yekan dengê xwe bilind bike.

Divê tu kes nebe xwedî ve erk û hêzê. Kî bê hilbijartin dema vê erka xwe pêk bîne dê bibe dîktator. Gelê vî welatîe vê rejîmê qebûl nake.
Divê armanca îktîdarê a serek parastina mafê azadiya kes û civakê be. Divê îktîdar mafê wê bi sînor be. Her çend zêde dengê gel girtibe jî, divê hevsengî bê parastin.

Em wekî Yeketiya ji bo Demokrasiyê bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo azadî, wekhevî, biratî, dada wekhev, dada civakî û aştiyê tevlî serferberiya demokrasiye bibin.

Em li tax, cihê kar û dibastanan xebatan ji bo ‘Na’ bidin meşandin.

Divê demildest guhertinên qanûna bingehîn paşde bên vekişandin. Divê dest ji siyasetê şerê derve û hundir bê berdan. Divê herêm û welat vegerin polîtîkayên aştiyane. Divê OHAL bê rakirin û pêngavên ku Tirkiyeyê ber bi normalbûnê ve dibe bên avêtin.”

Lîstikvan Orhan Alkaya da zanîn ku ew ji rejîma mirovekî re dibêje na û wiha got: “Referandum ne hilbijartina partiyekê ye, referandum meseleya welate. Dixwazin hemû mafan bixin destê xwe. Hûn dê serok hilbijêrin serok jî dê we hemûyan. Dê Tirkiye bibe cihê serokê bihêz lê welatê bêhêz. Anîna mirovekî hêsane lê birina wî zehmete. Em destûr nedin vê pergalê.”

Akademîsyek Beyaz Ustun ku bi KHK’ya hêjmar 686 a hatiye derxistin ji peywira xwe hatiye îxrackirin jî anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên çewisandinê serî netewînin û dê ‘Na’ bihêz birêxistin bikin.