Wesayîta polîsan zarokek kuşt

MÊRDÎN - Li navçeya Kerborana Mêrdînê zaroka dibistana seretayî ya bi navê Berfîn Dîlek dema ji dibistanê diçû malê wesayîta zirxî lê qeliband. Dîlek, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerborana Mêrdînê zaroka bi navê Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistana li nêzî Fermandariya Polîsane diçû malê ji be wesayîta zirxî lêxist jiyana xwe ji dest da. Dîlek dema di saetên derketina dibistanê de li ser rê derbasî aliyê din dibû û ji ber di wê demê de wesayîta zirxî tevger kir li bin tekerleka milê rastê yê wesayîta zirxê ma û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Cenzayê Berfîn Dîlek a jiyana xwe ji dest da ji aliyê ambulansa hat cihe bûyerê ve rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.