ENQERE - 2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê, di roja 4'emîn de li Edliyeyea Enqereyê berdewam kir. Di rûniştina îro Mexdûr Çaglayan Bozaci ku xizmê xwe winda kir got: "Ez ji AKP'ê û dewletê bi gilî me. Divê polis jî bên li vir tên darizandin û wekî bersûc beşdarî dozê bibin. Dewletê li vir mirov kuştin." Kurê Meryem Bulut a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Mexdûr Adnan Bulut jî diyar kir ku li vê qadê Qasidê Aştiyê hatin qetilkirin. Mexdûr Durdane Kaygusuz Atabay jî xwest polîs wekî bersûc bên darizandin.
2'emîn rûniştina doza 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê 101 kesan jiyana xwe ji dest da di roja 4’an de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Rûniştina dozê piştî navbera nîvro dîsa berdewam kir. Di rûniştina dozê de mexdûrên komkujiyê, malbatên mexdûran, parêzerê malbatan û gelek kesên din amade bûn. Faîl jî li salonê amade bûn. Heyeta dadgehê berî rûniştinê nasnameya hin mexdûran aşkere kir. Piştî rûniştina nîvro Lîsa Çalan a di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga HDP'ê ya Amedê de birîndar bûbû jî amade bû. Birayê Îbrahim Atilgan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û mamê Veysel Atilgan ê 8 salî Mehmet Zeki Atilgan amade bûn û axivîn. Atilgan diyar kir ku ew ji her kesî bi gilî ye.
WE QASIDÊ AŞTIYÊ QETIL KIRIN
Di rûniştinê de kurê Meryem Bulut a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Mexdûr Adnan Bulut îfade da û wiha got: Ez ji qatilê kirê dipirsim. Ew mirov wê rojê çima li wir bûn?” Ew mirov ji bo aştiyê li wir bûn. Îslam olê aştiyê ye. Dayika Meryem êşa leşker, polîs û hemû kesên dihatin kuştin di dilê xwe de dijiya. Dayika min li ku çalakiyên aştiyê hebûya li wir bûn. We qasidê aştiyê qetil kir. We bi 101 canan qasitên aştiyê qetil kir. Em niha ji bo edaletê li vir in. Li Enqereyê çiqas peyvirdar hene divê bersîvê bidin."
DEWLETÊ KARÊ XWE PÊK ANÎ Û MIROV QETIL KIR
Mexdûr Çaglayan Bozaci da di komkujiyê de bavê wê hat kuştin jî di îfadeyê de bertek nîşanî dewlet û AK Partiyê da û wiha got: "Ez ji dewlet û AKP'ê bi glî me. “Min di 10'ê Cotmehê de bavê xwe yê wekî çiya winda kir. Ez ji wê rojê heta niha ji bo her kêliya ez dijîm şerm dikim. Bavê min ji Rîzeyê hatibû. Bavê min ji Rîzeya Erdogan nehat. Ji Rîzeya Şoreşgeran hat. Ez ji AKP'ê û dewletê bi gilî me. Dewlet qatil in. Ji bo ev çanda saltanat û bezigan bidome her tiştî rewa dikin. Dewlete karê xwe kir û mirov kuştin. Ez li vir ne li heviya encamek adîl im. Dema biryar da bila hemû pirtûkên xwe tîj bikin û bavêjin. Bila li zarokekî 7 sali binerin û jê bipirsin. Ew dê rast ji were bêje."
ÎRO EM HATIN KUŞTIN SIBÊ HÛN DÊ BÊN KUŞTIN
Xwişka Gokhan Alpaçay ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dilek Alpaçay jî wiha got: "Ez ne kurd im. Ez tirk im. Lê dibe ku ez kurd bim jî. Em bi cudakirinê nagêjin tu derê. Îro em hatin kuştin sibê hûn dê bên kuştin. Ji bo ku ez di 10'ê Cotmehê de ne li wê qadê bûm ez ji xwe şerm dikim. Hiqûq ji bo millet e. Li welatê ku edalet bibe siyasî edaletek bi tenduristî nayê dayîn.
‘BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN SER BIRÎNDARAN'
Alpaçay, wiha berdewam kir: "Divê yek bersûc jî navê Xwedê nexe devê xwe. Ji ber ku mislimanan herî zêde zilm ji destê vana dîtiye. Hûn dibêjin qeder. Lê ev ne qeder e. Di nava polîsan de yên ji mere dibêjin terorîst ji hene. Yên çêran ji mere dikin hene. Yên FETO'yî û sekvan hene. Lê di encamê de 10'ê Cotmehê nehatiye guhertin. Bombeyên gazê avêtin ser birîndaran. Li wir ji mere digotin O.Ç."
‘POLÎSÊN BOMBEYÊN GAZÊ AVÊTIN JÎ DIVÊ LI VIR BÊN DARIZANDIN'
Mexdûr Durdane Kaygusuz Atabay jî anî ziman ku li taxa ku bersûc lê dimînin 2 salan mamostetî kiriye û wiha got: "Li taxên bersûcan zarok piştî dibistanê diçin li fabriqeyan dixebitin. Ew mirovên qatil hatin ew zarok kirin qatil. Piştre hatin ev mirovên xweşik qetil kirin. Ev rehetî ji ku û kê girtin. Kê ev maf da wan. Ev qatîlên bê rûmet in. Yên ev kes xwedî kirin jî bi qasî wan sucdar in. Divê polîsên ku bombeyên gazê avêtin ser birîndaran jî bên darisandin. Divê polîsên êrîş kirin jî wekî bersûc bên darizandin."
Atabay gotina xwe wiha berdewam kir: "Hikûmeta komele girtin li hemberî vê yekê bêdeng in. Îro mirovê ji vê yekê xwe xwedî dike heye. Ez ji yek mirovî bi gilî me.
GOTIN EM NEBIN DÊ TOROS BÊN Û TOROS ANÎN
Birayê Ercan Adsiz ê di komukujiyê de jiyana xwe ji dest da Emir Aslan Adsiz jî wiha got: "Bavê me helalî fêrî me kir. Ne heramî. Fitotina wekî van kesên bê rûmet ên xwe bi 10 dolaran difiroşin fêrî me nekir. Biraziyê min 11 salî ye. Dibêje mamo bavê min dewletê kuşt? Erdogan got dê li vî welatî cînayetên bê faîl pêk neyên. Lê serokwezîrê berê got 'Em nebin dê toros bên cirîtan bavêjin. Piştre bi tankan di ser mirovan re derbas bûn.