HATAY - Piştî hevdîtinên li Astanayê, li Îdlîba Sûriyeyê niha qada liv û tevgerê bêdeng e. Rojnameger Hediye Levent a serdestê qadê ye, diyar kir ku ji bo Îdlîbê Sûriye li benda Tirkiyeyê, Tirkiye jî li benda DYA'yê ye.
Li paytexta Qazakîstanê Astanayê, ji bo li Sûriyeyê agirbest çêbibe hevdîtinên di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de didomin. Li gel vê piştî Hevdîtinên Astanayê yên di 23'yê Çileyê de, li Îdlîbê di navbera komên nêzî El Nûsra û Ehrar El Şam de pevçûn derketin, lê li aliyê din jî di navbera van rêxistinan de hevdîtin berdewam kirin. Piştî li Astanayê derket holê ku dê dubare Hevdîtinên Cenevreyê dest pê bikin, vê carê jî ji ber nediyariya meyla DYA'ya Donald Trump tespîtên ku Rûsya, Îran û Tirkiye ber bi hin bendewariyan ve birine derketin pêş.
Di danezana hevdîtinên Astanayê de hatibû diyarkirin ku, dê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê şerekî hevpar bê kirin û her wiha dê komên di nav Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de jî ji El Nûsra û DAIŞ'ê bên safîkirin.
PIŞTÎ ASTANAYÊ, NEDIYARIYA NÛSRAYÊ
Ji ber piraniya komên li Îdlîbê li gel El Nûsrayê cih digirin, nayê zanîn dê agirbest di navbera kîjan koman de bê çêkirin. Piştî di demên cuda de balafirên DYA û Rûsyayê navên sereke yên Nûsrayê hedef girtin, El Nûsrayê jî ji bo pevçûnên li Îdlîb û Helebê Tirkiyeyê wek berpirisyar nîşan da û ev jî bû sedema ku El Nûsra hîn bêtir bi ser komên girdayî Tirkiyeyê biçe. Ev serdeçûyîn polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî Îdlîbê ber bi nediyariyeke kûr ve birin.
LI BENDA POLÎTÎKAYA DYA'YA PIŞTÎ TRUMP TÊ SEKINANDIN
Rojnameger Hediye Levent a serwerê qadê ye, diyar kir ku ji bo Îdlîbê Sûriye li benda Tirkiyeyê, Tirkiye jî li benda DYA'yê ye û anî ziman ku, Sûriye, Îran û heta Rûsya jî li benda polîtîkaya DYA'ya Trump in. Levent, dest nîşan kir ku heke DYA polîtîkayê biguherîne, li Rojhilata Navîn dê bibe sedema ku her tişt ji serî de bê destpêkirin.
DÊ DYA LI ÎDLÎBÊ BANDORA XWE ZÊDE NÎŞAN BIDE
Rojnameger İbrahim Gezici yê li ser sînorê Sûriyeyê geşedanan dişopîne jî, anî ziman ku piştî Helebê polîtîkaya Tirkiyeyê ya arasteyî Sûriyeyê Îdlîbê veguherandiye qadeke nû ya şer û polîtîkayê û got, DYA li dijî ajandaya Rûsyayê qada operasyonê ber bi Îdlîbê ve şemitandiye. Gezici, diyar kir bîbiriya ku DYA û Rûsya di warê Îdlîbê de bi tevkariyî tevdigerin şaş e û anî ziman ku, daxuyaniya herêma ewle ya Trump, ji bo operasyona li dijî DAIŞ û Nûsrayê manewra ye û DYA dixwaze bandora xwe bêtir nîşan bide. Gezici, diyar kir ku Tirkiye nifûza xwe ya li ser komên çekdar ji bo li ser maseyê mafê xwe yê gotinê biparêze bi kar tîne û dest nîşan kir ku, heke mudaxileyek çêbibe dê ev ji aliyê Tirkiyeyê ve bibe sedema encamên giran.