SEMSÛR - Elewiyên Semsûrê ji bo kesên dixwazin bi guherandina Qanûna Bingehîn re pergala Serokomartiya Partiyî bînin, gotina Haci Bektaş Velî ya "Di xwe de li kêmasiyê bigere" bi bîr xistin û sedemên "Na"yê rêz kirin.
Elewiyên Semsûrê, ji bo referandûma dê di Nîsanê de berpêşî dengdayîna gel bê kirin amadekariyên "Na"yê dikin. Serokên Şaxên Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaş Velî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal ên Semsûrê û ji pîrên elewiyan Mahmut Dolaş sedemên "Na"yê rêz kirin.
'DÊ HER VEGOTAN SEROKOMAR BIBE FERMAN'
Serokê Weqfa Çandê ya Anatolyayê ya Haci Bektaşî Velî Nusret Tunç, diyar kir ku divê gel ji bo dengdayînê careke din bifikire û dest nîşan kir ku, heke "erê" derkeve dê Tirkiyey ber bi rê û kaoseke ku qet vegera wê tune be biçe. Tunç, dest nîşan kir ku bi sedan sal e elewî di hedefa vê pergal û dewletê de ne û wiha axivî: "Di pergala rêveberiyê ya heta niha de hin dik be jî li hin dadgehan û bi saya hin dadwerên aqilî selîm me ji bo mafên xwe li ber xwe dida. Lê îro bi guherandina qanûna bingehîn re dê xweserî û serxwebûna dadgehan ji holê rabe. Ne tenê dadgeh, dê xweserî û serxwebûna hemû saziyan ji holê rabe. Dê Serokomar biaxive û dê her axaftin û vegotina wî wek fermanê bê fêmkirin. Yanî dê ev welat li ser vegotin û daxuyaniyên Serokomar bê birêvebirin."
‘JI BO ERÊ DERKEVE ÇI JI DESTÊ WAN BÊ DÊ BIKIN'
Tunç, got di bawerî û fikra elewiyan de çanda bîad û îteatê tune ye û anî ziman ku, heke di referandûmê de "erê" derkeve ne tenê elewî dê hemû derdorên civakê bên binpêkirin. Tunç, diyar kir ku hikûmet ji bo kêmanî û kêmasiyên guherandina Qanûna Bingehîn ji gel veşêre berê xwe daye çapemeniya muxalif û wiha axivî: "Hikûmeta ku îro welat îdare dike ma bi dehan televîzyon, bi dehan rojanme, radyon negirtin? Helber vê ji bo kêmasiyên guehrandina Qanûna Bingehîn veşêrin kirin. Niha çapemenî û weşan veguheriya yekdengî. Çapemeniya heyî di min emrê AKP'ê de ye. Çend televîzyon, rojname û nivîkarên binamûs mane û ji xwe nediyar e dê çi bê serê wan. Çimkî dema kesên dewletê bi rê ev dibin bibînin winda dikin çi ji destê wan bê dê bikin."
Serokê Şaxa Komeleyên Çandê ya Pir Sultan Abdala Semsûrê Mahmut Yapici jî, dest nîşan kir ku dê referandûm bi xw ere pergaleke cudaparêz û tekparêz bîne û ji ber vê ew ê bibêjin "Na". Yapici wiha axivî: "Yê bibe serok kî dibe bila bibe, dê her tiştî ew bike. Yanî dê serok li gor terha xwe bi tena serê dewletê bi rê ve bibe. Heta OHAL hebe dê tu hilbijartin bi awayekî tenduristiyane neyên kirin. Dema OHAL hebe dê li ser gel çewisandin û pêkûtî hebin. Referandûma di dema OHAL'ê de bê kirin ne referandûmeke demokratîk e."
‘BINÎ KOMARA TIRKIYEYÊ TÊ VALAKIRIN'
Ji pîrên elewiyan Mahmut Dolaş jî got, ew lewî tim alîgirên demokrasiyê ne, ew ne alîgirê Serokomartiya Partiyî û Serokatiyê ne û dest nîşan kir ku bi referandûmê re dê binî Komara Tirkiyeyê bê valakirin.
‘DI XWE DE LI KÊMANIYÊ BIGERE'
Dolaş, li dijî rayedarên ku dibêjin dê Tirkiye bi pergala serokatiyê hîn çêtir bi rê ve biçe gotina Haci Bektaş Veli ya "Di xwe de li kêmaniyê bigere" bi bîr xist û wiha domand: "Heke rêveberiya Tirkiyeyê nebaş be, perpirsiyar ew kesên li parlementoyê ne. Heke rewşa Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe, divê ewçax mil bidin hevdu û wê ber bi başiyê ve bibin. Ev karê siyaset û siyasetmedaran e. Wek welatiyekî ez Serokomartiya Partiyî naxwazim. Heke li Tirkiyeyê şemitandineke zemînî çêbibe, em ê hemû xesarê bibînin. Eger tu 600 parlementerî bişînî wir û tu karî nekirin, ew çax çi karê wan li wir heye."