Bariş Atay: Ji bo hemû pergal nekeve destê zilamekî 'Na'

STENBOL - Lîstikvan Bariş Atay, diyar kir ku ji bo hemû pergal nekeve destê zilamekî ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û sedemên wê rêz kirin.

Lîstikvan Bariş Atay têkildarî guherandina Qanûna Bingehîn a dê berpêşî referandûmê bê kirin, nêrîna xwe vegot û diyar kir ku ew ê di refarndûmê de bibêje "Na". Atay wiha axivî: "Em behsa dê hemû pergal têkeve destê yekî, dê di her cure bêrêtî, derhuqûqiyê, karên xeyrî fermî de neyê darizandin dikin. Ji ber vê em mecbûr in bêjin 'Na'.

‘DÊ MAFÊ TE YÊ ÎTIRAZÊ TUNE BE'

Atay, anî ziman ku heke guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de bê qebûlkirin, dê ev bi xwe re ji Tirkiyeyê gelek tiştan bimehîne û wiha pirsî: "Dê tu tiştekî nehêle. Bifikirin, hemû qadên jiyanê dikevin bin înîsiyatifa mirovekî tenê. Ma dê hîn çi bibe... Dê mafê te yê îtirazê tune be, tu yê nikaribî têkoşîna tiştekî bikî, tu yê nikaribî tu tiştî jî rexne bikî. Tu yê niakribî hesab bipirsî. Wekî din çi ma?"

‘BERÎ BÊ BER DERIYÊ TE DENG DERXÎNE'

Atay, têkildarî binçavkirin û girtinan jî wiha axivî: "Dema mirov hatin girtin ji tirs û bêdengiya 'ez ê jî bêm girtin' wirdetir, xurtkirina piştevaniyê divê. Tu formuleke vê tune ye. Formula vê ew e ku, tu li dijî tiştên li ber çavên te tên kirin deng derxînî, vîna xwe derxînî holê. Heke tu li dor pozîsyoneke jiyana şexsî û azadiya şexsî tevbigerî û bibêjî çawa be hîn nehatiye dora min, lê di xwezaya faşîzmê de ev heye dê rojekê li deriyê te jî bide. Dema lid eriyê yekî dan û li dijî vê seknek hebe, ew çax mirov dikare behsa wleatekî 'demokratîk' bike. An jê dema hatin ber deriyê de, ku çîrokeke klasîk a Naziya Almanyayê ye' dê tu kesên ji bo te deng derxîne nema be."