Li Mêrsînê oldar hatin binçavkirin

MÊRSÎNÊ / DERSIM - Li Mêrsînê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û gelek kesên di nava wan de xebatkarên şaredariya Akdenîzê, HDP, GOÇ-DER û MEDÎA-DER'ê jî hene hatin binçavkirin. Li Dersimê, jî endamên Meclîsa DBP’ê Soner Oz û Yunus Durdu û rêveberê DBP’ê yê bere Emîr Alî Genç hatin girtin.

Li Mêrsînê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malên xebatkarên Şaredariya Akdenîzê, HDP’ê, Komeleya Mirovên Oldar ên Mêrsînê (MEÎDA-DER) û GOÇ-DER’ê yên ku bi biryarnameya KHK’ê hatine girtin de girtin. Di çarçoveya operasyona ku ji aliyê komên TEM’ê yên Midûryeta polîsan a Mêrsînê ve hat li darxistin gelek kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatin binçavkirin Midûrê Park û Bexçeyan a Şaredariya Akdenîzê Kamîl Ozdemîr, Şevkî Poyraz ê HDP'î, Hevserokê GOÇ-DER’ê yê Mêrsînê Reşat Aşan û endamê MEDÎA-DER’ê, Mele Mehmet Zekî Etîz ê ku nexweşê şekirê ye hene. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Mêrsînê.

LI DERSIM 3 DBP'Î HATIN GIRTIN

Di operasyona 4’ê Sibatê ya li Dersimê de li Êlihê endamê Meclîsa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yunus Durdu, li Dersimê rêveberê DBP’ê yê berê Emîr Alî Genç ku ji bo îfade bide bçûbû mirdûryetê, û endamê PM’ê yê DBP’ê Soner Oz ên ku hatibûn binçavkirin û îfadeyên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn. Li midûryetê Yunus Durdu mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Endamên DBP’ê yên ku duh di saetên şevê de sewqî dozgeriyê hatin kirin û di dosyayên wan de biryara sînordarkirinê heye, derbarê xebatên wan ên partiye, daxuyaniyên ku demên cuda tevlîbûne, merasîmên cenaze, wêneyên bi singên xwe ve kirine û “KCK’ê” de pirs hatin pirsin.

Di lêpirsîna dozgeriyê de pirsa balkêş a “Faşîzm çiye?” hat pirsin û DBP’î bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi îdîaya Durdu, Genç û Oz “endamên rêxistinê ne” biryara girtina wan da.