Reqqa êdî bi qasî dîtina çavan dûr e

REQQA - Li aliyekî Tirkiye di Babê asê maye, li aliyê din milê Odeya Çalakiya Xezeba Firatê ber bi Reqqayê ve pêş diçe. Fermandara Operasyona Reqqayê Clara Reqqa diyar kir ku bi awayekî serkeftî pêşve diçin û wiha got: "Dê di rojên pêş de êdî bajarê Reqqa dê bi qasî mesafeya dîtina çavan dûrî me be."

3'emîn pêngava operasyona Reqqa ya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di roja heftemîn de berdewam dike. Milên Xiniz û Bîr Heba bi lez pêş ve diçe. Heta niha gelek gundên stratejîk ji DAÎŞ'ê hatin azadkirin. Ji Fermandara Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Clara Reqqa diyar kir ku operasyon bi serkeftî pêşve diçe û piştî pêngava sêyemîn dê êdî Reqqa bi qasî ditina çavan durî wan be.

EM SERKEFTÎ PÊŞ DIÇIN'&

Clara Reqqa, da zanîn ku di pêşketinêde şerê dijwar derdikevin û wiha berdewam kir: "Em gund bi gund nêzî Reqqayê dibin. Heta niha me bi kilometreyan ji DAİŞ’ê rizgar kir. Em bi lez pêş dikevin. Heta niha 10 gund û bi dehan gnudik me ji DAÎŞ'ê azad kirin. Operasyonên me bi awayekî pir baldar pêşve diçin. Hêzên me li dijî çeteyan pir baldar tev digerin.

DÊ REQQA XUYA BIBE

Fermandar Clara Reqqa da zanîn ku ji bo wan Reqqa gelek bi wade ye û bajarekî dîrokî û stratejîk e û wiha got: "Ciwanên ereb û tirk bi hêjmarek zêde tev li refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dibin. Hin kes ji bo tola xwe ji DAİŞ’ê bistînin, hin ciwan jî bi armanca dawî li vê hişmendiya DAÎŞ'ê bînin tev li refên me dibin. Hêza me ji sedî 75 ji ciwanên ereb pêk tên. Ciwan di pêşengiya QSD'ê de ber bi Reqqayê ve diçin. Em niha 11 kîlometre dûrî Reqqayê ne. Em heta cihê ku hatibû plankirin pêş bikevin êdî dê reqqa bê dîtin. Li ku endamekî DAÎŞ'ê hebe em dê biçin wir. Em li dijî hişmendî û feraseta DAÎŞ'ê têdikoşin. Em hawariyên gel in. Em gelê Reqqayê bi destê DAÎŞ'ê de bernadin. Piştî hamleya sêyemîn biqede em dê bi çavan Reqqa bibînin û em dê bêtir nêzî Reqqa bibin.

Çawa me Minbic, Şedad, Hol û Siluk ji DAİŞ’ê rizgar û azad kir em dê Reqqa jî wisa azad bikin.

ŞÊNIYÊN REQQA DÊ REQQA BI RÊVE BIBE

Clara Reqqa da zanîn ku piştî wan Reqqa azad kir dê gelê Reqqa bajarê xwe ve bi rêve bibin û dê Reqqa ji aliyê Şêniyên Reqqa ve bê rêvebirin û wiha bi dawî kir: "Em dê tenê di milê leşkerî de biparêzin. Di milê rêveberiye de dê meclîs û komun bên avakirin û ew meclîs û komin dê bajarê xwe bi rêve bibin. Reqqa li benda jiyanek azad e. ."

Nazim Daştan - dihaber