Wê Reqa, Tirkiye û DAIŞ’ê ji qadê derxîne

REQA –Zarokên bajêr ên bi “Xezeba Firatê” ber bi bajêr ve diçin di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de rol û mîsyonek hilgirtine û li gel vê tê îfadekirin ku, Tirkiye û enstrumana wê DAIŞ’ê li derveyî qadê hiştine.

Lêgerîna dewleta tirk û rayedarên wê ya ji bo bicihbûna di operasyona Reqayê de, ji aliyê koalîsyona navnetewî ve nehat qebûlkirin. Hêzên navnetewî yên bawernakin wê Tirkiye bi DAIŞ’ê re şer bike, çawa ku Tirkiyeyê daxilî operasyona Mûsilê nekirin, daxilî operasyona Reqayê jî nekirin.

TIRKIYE NEÇAR E

Şervanên QSD’ê yên operasyona “Xezeba Firatê” bi rê ve dibin tînin ziman ku, wê pêngav di demeke kurt de temam nebe û diyar dikin ku, wê DAIŞ li vir qozên xwe yî dawîn bi kar bîne. Şervan dibên ku, ji ber di heman demê de operasyona Mûsilê jî didome, cihekî ku DAIŞ’ê birevê tune ye û qebûl dikin ku, DAIŞ li Reqayê şerê man û nemanê dikin. Ji Fermandarên Operasyona “Xezeba Firatê” Rojda Felat, rewşa Tirkiyeyê ya ji dervayî operasyonê ma nirxand û wiha got: “Ji ber Tirkiye beşdarî vê pêngavê nebûye, zaf hêrs bûye. Bi vê hêrsa xwe tim gefan li herêmên din dixwe. Ev gef hemû badilhewa ne. Nikare tu tiştî jî bike.”

PIŞTÎ REQAYÊ…

Fermandarên ku piştî Reqa ji DAIŞ’ê bê paqijkirin pêşeroja wê niraxndin dibêjin, ji bo Rojava û Sûriyeya Bakur meseleyeke jiyanî ye û diyar dikin ku, wê xetereyeke mezin ji kokê bê hilqitandin û daxuyandin ku, piştî bajar bê stendin wê wek Minbic, Tel Ebyad, Şeddadê bajêr teslîmî însiyatîf û vîna gel bikin. Şervan jî hemfikir in ku, wê ev operasyona gefa DAIŞ’ê berteraf bike û wê modela siyasî û leşkerî ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li hemû Sûriyeyê wek vebijêrkeke alternatîf bê berpêşkirin. Bi taybetî Reqa ji bo hêzên Rojavayê jî pir girîng e. Tê îfadekirin ku, têkiliyên heta niha yê bi DYA û cîhana Rojavayê re jî, wê piştî vê operasyonê wesfeke siyasî û stratejîk li xwe bihebîne.

DAIŞ ÊDÎ JI ENSTRUMANIYÊ DIKEVE

Şervanan anî ziman ku, Tirkiye ne ji bo bi DAIŞ’ê re, ji bo li dijî Rojava şer bike xwestiye daxilî vê operasyonê bibe û dibêjin, piştî hêzên Rojavayê operasyon dan destpêkirin, Tirkiye li valahiyê derketiye. Şervan diyar dikin ku, ew ne DAIŞ’a li Reqayê hatiye asêkirin, ew dewleta tirk wek xetere dibînin û diparêzin ku, wê dijminahiya berê li gel DAIŞ’ê li dijî wan dihat kirin, niha bi artêşê re ketiye dewrê. Şervan dest nîşan dikin ku, ew nebeşdarbûyîna Tirkiyeyê ya ji bo operasyona Reqayê wek destkeftiyekî esas digirin û dibêjin, Tirkiye dev ji hemû planên xwe bernedaye, wê li xeta Cerablûs, Ezaz û Mareyê hewldanên xwe bidomîne û bi awayekî eşkere beyan dikin ku, dixwazin Bab û Minbicê bstînin.

YEKÎTIYA GELAL ESAS TÊ GIRTIN

Şervan di wê baweriyê de ne ku, li Reqayê tenê paqijkirina çeteyan wê wek geşedaneke leşkerî neyê dîtin û wê di encama operasyonê de planên Tirkiyey yên arasteyî Sûriyeyê, têkiliyên DYA-Koalîsyon û Rojava-Bakurê Sûriyeyê, planên rêveberiya Şam û Rûsyayê, yanî bi kurtasî wê teşeyekê bide pêşeroja Sûriyeyê. Gelek hêz, wek Mûsilê hesabên piştî DAIŞ’ê dikin. Wê paqijkirina DAIŞ’ê girîng be, lê belê tê fikirîn ku, ji bo pêkanîna aşitî û Sûriyeyeke demokratîk hîn dem maye.
Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, di dema pêvajoya operasyonê de vîna xwe yî siyasî wek modeleke demokratîk ji bo raya cîhanê ragihandin û wê geşedanên leşkerî û siyasî yekîtiya gelan bi xwe re bîne.

Bêguman, hemû şervanên beşdarî pêgavê bûne û li gel azadkirina malbatan, hay ji vê mijara stratejîk hene. Ev mijar, ji aliyê şervanekî çend mehî heta hemû şervanên di astçn herî jor de tê îfadekirin.

Dema me çavdêriyên xwe yî der barê pêngavê de dinivîsand, şervanên QSD’ê bi qasî 26 kîlometreyan nêzî Reqayê bûne û êdî ji bo reqayê lêdana naqosên azadiyê dest pê kir.

Erdogan Altan-Dîhaber