Ji ber ‘heqaret lı serkomar kirine’ 3 sal û 10 meh ceza girtin

MÊRSÎN - Li Mêrsînê 3 kesên bi sûcdariya “heqaret li serokomar kirine” tên darizandin 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wan hatin birin.

Li Mêrsînê di Mijdara 2015’an de ji ber tevlî çalakiya bîranîna kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bûn û dirûşmên ku “heqaret li serokomar dikin” avêtine derbarê 3 endamên DÎSK’ê de doz hatibû vekirin û dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da 3 kesan. Di doza ku li 4’emîn Cezayê Asli ya Mêrsînê hat dîtin de Dîrenç Kaya, Erdal Sarikaya û Yilmaz Cemgîl ên di operasyonên li dijî Partiya Şoreşger de hatin girtin û parêzer amade bûn. 3 kesên di rûniştina dozê de sûcdarî qebûl nekirin daxwaza berdana xwe kirin.

Dadgehê diyar kir ku sûcdariyên hersê kesan sabitin û cezayê girtîgehê li wan birin. Dadgehê cezayê li 3 kesan birî paşde da.