AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bêşopandina doza sivîlên hatin tazîkirn û ji Sûrê hatin derxistin îtîraz kir. ÎHD'ê xwest leşker û polîsên ku wêneyên welatiyên tazî belav kirine bên darizandin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo welatiyên ku di adara 2016'an de hatibûn tazîkirin û ji Sûrê hatibûn derxistin û wêneyên wan ên tazî ji aliyê polîs û leşkeran ve di medyaya civakî de hatibun belavkirin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê glî kiribû. Dozgeriya Amedê jî der barê glî de biryara bêşopandinê dabû. ÎHD'ê piştî biryara bêşopandinê dîsa serî li Dadgeha Nobedar a Sulh Ceza ya Amedê da û îtîraz kir. ÎHD'ê xwest polîs û leşkerên li dijî mafên mirovan rumeta mirovan binpê kriye bên darizandin û cezakirin. ÎHD di îtîrazê de anî ziman ku ev pêkanîn li dijî mafên mirovan e û bi vê yekê xwestiye peyamekê bide gelê kurd û gel tahrîk kiriye. ÎHD'e da zanîn ku Walîtiya Amedê têkildarî mijarê lêpirsîn dabû destpêkirin û li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hatibû vekirin. ÎHD'ê da zanîn ku di wê dosyayêde nasnameya polîs û leşkerên ku ev wêne belmav kirine dikarin bi hêsanî bibînin û xwest polîs û leşker bên darizandin. ÎHD'ê da zanîn ku di 7'ê Adara 2016'an de zarok hatibûn tahliyekirin û di meha çile de wêne û dîmenên zarokan di medya civakî de hatibûn belavkirin. ÎHD'ê tevî wêne û dîmenan û lînkên medyaya civakî li gel daxwaznameyê da dadgeha nobedar. ÎHD'ê di daxwaznameyê de anî ziman ku Tirkiye peymana Navneteweyî îhlal kiriye û xwest dîsa ji bo dîmen û wêneyan lêpirsîn bê destpêkirin.
Di 7'ê Adarê de welatî hatibûn tazîkirin û ji Sûrê hatibûn derxistin. Wêneyên wan ên tazî ji aliyê leşker û polîsan ve di medyaya civakî de hatibûn belavkirin û hatibûn teşhîrkirin. ÎHD'ê jî di 9'ê Adadara 2016'an de serî li Dozgeriyê dabû û xwestibû ji bo wêneyên welatiyên hatin tazîkirin lêpirsîn bê destpêkirin û kesên berpirsiyar bên darizandin.