Qeyûm tayînî Şaredariya Licê kirin

AMED - Şaredariya Licê ya ku di bin dorpêça polîsan de bû qeymeqamê navçeyê wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin.

Polîsên ku şevê bi ser Şaredariya Licê ya DBP’ê de girtin heta sere sibê li şaredariyê lêgerîn pêk anîn. Polîsan ku di saetên kesek li şaredariyê nebûn bi ser şaredariyê de girtin, derdora avahiya şaredariya Licê û qeymeqamtiyê bi bariyeran girtin. Xebatkarên k udi saetên serê sibê de hatin şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat gotin ku “li hundir lêgerîn heye” û nehiştin bikevin avahiyê. Polîsan piştre ji xebatkaran re gotin “werin deriyên odeyên xwe vekin, piştre biçin malên xwe li vir ne sekinin.”

Piştî amadekariyên hatin kirin hat diyarkirin ku Qeymeqamê Licê Sînan Başak wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Piştî biryara walîtiya Amedê ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ve hat pejirandin li şûna Hevşaredarên DBP’ê Rezan Zugurlî û Kadrî Bayram qeyûm hat tayînkirin.