Bi îdîaya heqaret kiriye 2 sal ceza ji Parlamenterê HDP’ê Pir xwestin

AMED - Dozgerê Amedê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir de bi îdîaya di dema polisan bi ser avahiya KURDÎ-DER'ê de girt û 32 xebatkarên çapemeniyê binçav kirin, heqaret li dozger kiriye doz vekir û heta 2 salan ceza xwest.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir piştî polîsan bi ser avahiya KURDÎ-DER a Amedê de girt û 32 xebatkarên DİHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER’ê yên bi KHK'e hatin girtin binçav kirin de beşdarî çalakiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) bu û li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Dozger der barê Pîr de doz vekir û teslîmî 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê kir. Dozger di îdîanameyê de bi hinceta heqaret li dozger kiriye heta 2 salan ceza xwest. Dozger îdîa kir ku Pîr heqaret li Dozgerê Komarê yê Amedê Mustakim Turkyilmaz kiriye û Turkyilmaz wekî kesê gilî kirye xist dosyayê. Dozger îdîa kir ku di 28'ê Îlona 2015'an saet di 17.40'an de li dijî maşina zirxî ya Ural êrîş pêk hatiye û kesên êrîş pêk anîne ketine avahiya KURDÎ-DER'ê. Dozger îdîa kir ku gelek kesan îxbar kiriye û li ser îxbarê saet di 18.00’an de bi ser avahiya KURDÎ-DER'ê de girtine.

DOZGER JI BO 3 PEYVAN 2 SAL CEZA XWEST

Dozgek di îdîanameyê de behsa kesên hatin binçavkirin û rojnameger in nekir. Her wiha qala piştî serdegirtinê biryara serdegirtinê hatiye dayîn jî nekir.
OGC di 1'ê Cotmeha 2015’an de li ber Edliya Amedê daxuyanî dabû. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Pîr jî beşdar daxuyaniyê bûbû û axivîbû. Dozger îdia kir ku Pîr ji bo dozgerê komarê gotiye “Endamê Soytariyê Qesrê" heta 2 salan ceza xwest