Waliyê Rihayê mehekê çalakiyên li kolanan qedexe kir

RIHA - Walitiya Rihayê heta mehekê li tevahiya Riha û navçeyên Rihayê hemû meş û xwepêşandanên li kolanan qedexe kir.

Walîtiya Rihayê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek nivîskî da. Walîtiyê diyar kir ku li gorî benda 11'an a xala 2935'an a OHAL'ê ji 09'ê Sibatê heta 09'ê Adara 2017'an li hemû kolanên navçe û Bajarê Rihayê meş, peşandan, mîting û daxuyanî qedexe ye.