NAVENDA NÛÇEYAN - Heyata ku ji akademîsyen û parlanemterên Ewropayê pêk tên ji bo li Gireva Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û ev 19 sale li Gireva Îmraliyê dibin şert û mercên tecrîdê de dijî, ji bo tecrîda li ser Ocalan û şerê li Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe, di 13’ê Sibatê de heyeta ku ji 13 kesan pêktê û din ava wan de endamên Parlamentoya Ewropayê, parlamenterên Demokratên Civakî û Koma Çepgiran û akademîsyen jî hene ji bo di 13’ê Sibatê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevîtinê pêk bibin serî li Wezareta Dadê dan.
Endamên heyetê yên li benda bersiva Wezareta Dadê ne dê li Amed û Stenbolê hinek hevdîtinan pêk bînin. Heyeta ku dê bi partiya siyasî, rêxistinên civakî sivîl re hevdîtinan pêk bîne, piştî hevdîtinan dê rapora ku amade bikin pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bikin.
JI WEZARETA DADÊ RE NAME
Li ser navê heyete endamên Parlamentoya Ewropayê Costas Mavrides û Julie Ward di 30’ê Çileyê de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtînê pêkbînin ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re nameya serlêdanê şandin. Di nameya heteyê de ev tişt hatin gotin: “Birêz Bekîr Bozdag ji bo em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêkbînin û ji pêvajoya aştiyê carekdin destpê bike dixwazin biçin Gireva Îmraliyê ji bo vê jî em destûrê ji we dixwazin. Em bawer dikin ku dê Ocalan ji bo pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin alîkariyê bide. Delegasyon ji bo 17, 18 yan jî 19’ê Sibata 2017’de Ocalan ziyaret bike destûr dixwaze. Ger hemû endamên delegrasyonê nikarin ziyaret bikin jî em li ser navê koma ku dê bê hilbijartin daxwaz dikin. Em ji we rica dikin ku hûn destûrê bidin koma ku dê ji aliyê delegasyonê ve bê hilbijartin. Em ê nirxadina we ya daxwazên me bi rûmet pêşwazî dikin. Ji ber girîngî û lezgîniya mijarê em li benda bersiva we ne.”