STENBOL - Malbata Mesut Karçik ê li Stenbolê hat binçavkirin diyar kir ku polîsan li malê çek li ferdên malê kişandiye îşkence li wan kiriye. Birayê Karçik, Edîp Karçik, da zanîn ku polîsan xwestin birayê wî tazî bikin tû têxin wesayîtê.
Polîsan li Stenbol û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin û kesên hatin binçavkirin li Midûryeta Polîsan tên girtin û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin rastî pêkanînên xirap ên polîsan hatine.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Stenbolê Edîp Karçik diyar kir ku birayê wî Mesut Karçik ê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin rastî işkenceye hatiye. Karçik, da zanîn polîsan çek dane serê wî, pehîn li wî xistine û polîsan bêperwatî tevgeriyane.
Karçik, şeva serdegirtinê bi van gotinan vegot: “Şevê saet di 3 û nîvan de bêyî ku hincetekê nîşan bidin derî şikandin û ketin hundir. Li malê 3 kesên nexweş hebûn. Bêyî ku destûra wan lêgerîne hebe em dirêjî erdê kirin û derp kirin. Destûr nedan ku jin cilan li xwe bikin, ketin odeyên wan û çek dan serê me hemûyan. Birayê min li qata bin me de dirûne û tedawiya qanserê dibine. Kesên bi bêhiqûqiyek wiha hatin û birayê min birin kî dizane ku çi ji nexweşê qanserê kirine. Min got birayê min nexweşe û wisa nekivin malê lê ez dirêjî erdê kirim, çek dan serê min û pehîn li zikê min xistin. Dayîka min nexweşê şekirê ye, bavê min nexweşê dile, li vê mala ku nexweşên giran, zarok û jin hene bi vî awayî ketina wan wehşete. Bi dehan caran bi ser mala min de hatiye girtin lê cara yekeme tiştek wiha tê kirin. Hetibûn birayê min Mesut bibin. Birayê min li kargehek ku 200 metre ji midûryetê dure dixebite, kengî bixwestina dikarin bigirin hewceyî bêhiqûqiyek wiha tune bû.”
'MIN NEKARÎ RAPORA DERBÊ BIGIRIM’
Kaçik ku pêkanînên polîsan wekî “pêkanînên li dijî kurdan” bi nav kir wiha pêde çû: “Ji ber derbên min xwarine ez çûm nexweşxaneyê lê ji ber pehîn li zikê min xistine min nekarî îspat bikim. Xwestin birayê min Mesut bi tazî bixin wesayîtê. Me bertek nîşanî vê da, dayîka min dema ew di wî halî de dît ji ser hişê xwe çû em mecbûr man ku bibin nexweşxaneyê. Hemû pêkanîn kêfî û bêhiqûqî ne. Em li dijî van zextan tu carî serî nedeynin.”