ANTALYA – Li Antalyayê di 10 mehên dawî yên sala 2016’an de 325 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Xebatkara dildar a Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê Safiye Papîla diyar kir ku, li Tirkiyeyê di warê şidet û êrîşên zayendî yên li dijî nê de Antalya di rêza 3’yemîn de ye û got, êrîşên îstîsmarî êdî veguherîne polîtîkayên dewletê.
Li dijî “sererastkirina îstîsmara zayendî” ya ji aliyê AKP’ê ve hat pêşniyarkirin û wê dubare li Meclîsê hevdîtina wê pêk bê, bertek didomin. Li gel vê, piştî daneyên TUÎK’ê, di daneyên ku Mudurê Muduryeta Polîsan a Antalyayê Celal Ûzûn daxuyandin de, li Tirkiyeyê carekedin wehîmiyeta bûyerên îstîsmarî derketin holê. Li gor daneyên Ûzûn, di deh mehên dawî yên 2016’an de li ANtalyayê 540 êrîşên zayendî û tacîzî pêk hatine û 325 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Xebatkara dildar a Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê Safiye Papîla diyar kir ku, li Tirkiyeyê di warê şidet û êrîşên zayendî yên li dijî nê de Antalya di rêza 3’yemîn de ye û got, êrîşên îstîsmarî êdî veguherîne polîtîkayên dewletê.
'KIRYAR JI ALIYÊ DARAZÊ VE TÊN PARASTIN’
Papîla anî ziman ku, îktîdara AKP’ê pesariya zewaca di temenên biçûk de dike û got, pêşnûmaya ku li Meclîsê hat qebûlkirin jî wê bûyerên îstîsmara zayendî rewa bike. Papîla dest nîşan kir ku, vê pêşnûmaya ku tê wateya rewakirina tecawizê, wê hêzê bide feraseta tecawizkar. Papîla dest nîşan kir ku, li Antalyayê sedema zêdebûna şideta li dijî jinê û îstîsmara zayendî ya zarokan, yek jê ew e ku kiryar ji aliyê meqamên darazî ev tên parastin û got, di gelek dozên jinan de daraz li gel mêr e û di gelek dozan de jî mêr hatine fihêlkirin. Papîla anî ziman ku, jin li her qadê di bin dorpêçê de ne û wiha got: “Ji ber polîs di dema binçavkirinê de bêyî ku mueyîdeyan pêk bîne serbest berdide û daraz li gel mêr cih digire, hem îstîsmara zarokan û hem jî şideta li dijî jinê zêde dibe.”
'SER DOZAN TÊ NIXUMANDIN’
Papîla diyar kir ku, li Antalyayê bûyerên şidetê zêde bûne û got, di bûyerên îstîsmara zarokan de kêm serlêdan li wan têkirin. Papîla anî ziman ku, di îstîsmarên zarokan de bi taybetî malbata faktoreke girîng e û dest nîşan kir ku, gelek bûyer ji aliyê malbata ve nayê xwestin bê bihîstin û ji ber vê di raya giştî de xwe nadin der. Papîla anî ziman ku, ew bûyerên îstîsmara zayendî biq asî ku ji aliyê polîs û mercîên edlî ve tên diyarkirin dişopînin û got, ji van dozan gelek jê ser wan tê nixumandin.
'DIVÊ EM BI AWAYEKÎ ÇALAKTIR TÊBIKOŞIN’
Papîla diyar kir ku, li bajêr xebatên der abrê îstîsmara zarokan de pir kêm in û got, divê xebatên di vî warî de zêde bên kirin. Papîla diyar kir ku, di vê mijarê de ew wek Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinê bi rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê xebatan dimeşînin û anî ziman ku, ji bo parastina zarokan û bûkên di temenên biçûk de malbat bên parastin. Papîla dest nîşan kir ku, sedema ku li Tirkiyeyê zarok ewqasî rastî îstîsmarê tên hikûmet e û got, li dijî vê hemû derdorên civakê tevbigerin û bi awayekî hêzdar û çalaktir têbikoşin.