Rojnameger Işik şandin Tîpa T a Rihayê

ŞIRNEX - Rojnameger Aysel Işik a li Şirnexê hat girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji Şirnexê şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) a bi biryara KHK’ê hate girtin, Aysel Işik dema ku li Şirnexê nûçeyan dişopand hat binçavkirin û girtin. Işik, pişti hatibû girtin şandibûn Girtigeha Tîpa T a Şirnexê. Işik piştî 4 mehan li Şirnexê ma ji Şirnexê şandin Girtîgeha Tipa T a Rihayê.

Aysel Işik, di 21’ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û hat girtin. Dadgehê parvekirinên di medyaya civakî de wek “Propagandaya rêxistinê kiriye” hesiband.