ENQERE - Parlamentere HDP’ê Sirri Sureya Onder ku di bîranîna meha 16’an a kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji destan de axivî da zanîn ku ew qatilan nas dikin û wiha got: “Ger ku em edaletê pêk neynîn bila jiyan li me heram be.”
Li ber Tren Gara Enqereyê di meha 16’emîn de kesên k udi qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Malbatên kesên jiyana xwe ji destdane, nûnerên 10 EKÎM-DER’ê, Parlamenterên HDP’ê Sirri Sureyya Onder, Muslum Dogan, Mahmut Celadet Gaydali û Parlamenterê CHP’ê Nîyazi Nefî Kara tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û pankarta “Em ê hesab bipirsin, efû nekin ji bîr nekin” hat vekirin.
Di saet 10.04’e de ku qetlîam pêk hatibû rêz hat girtin. Piştre Seroka 10 EKÎM-DER’ê Mehtap Coşkun, diyar kir ku doza 10’ê Cotmehê didome û wiha got: “Me di dozê de axivî, divê tu dane wekî raz neminin. Em alîkariya şahidan dixwazin. Em bang li herkesî dikin ku xwedî li dozê derbikevin.”
'EM QATILAN NAS DIKIN Û JI BÎR NAKIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder da zanîn ku ji bo li vir peyker bê çêkirin dê xebatan bidin destpêkirin û wiha got: “Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane em ê aştiyê bînin welat. Em qatilan nas dikin û em ê ji bîr nekin. Ger ku em edaletê pêk neynîn bila jiyan li me heram be.”
Parlamenterê CHP’ê yê Antalyayê Niyazî Nefî Kara jî anî ziman ku kesên dibêjin aştî wekî “xayîn” kesên dibêjin mirin wekî “qehreman” tên îlankirin û wiha axivî: “Em deyndarên kesên jiyana xwe ji dest dane ne. Em deyndarên kesên ji bo aştiyê canê xwe dane ne. Tişta dikeve ser milê me ewe ku em ji bo canên xwe aştiyê bînin welate. Divê li vir peykerek bê çêkirin. Welatê me aştiyê heq dike.”
Piştî bîranînê girseye gul danîn cihê qetlîamê. Girse piştre ber bi Dadgeha Enqereyê ku dê doza 10’ê Cotmehê bê dîtin ve ketin rê.