STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî binçavkirina endam û rêveberên HDP û BDP'ê yên li Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku operasyonên li dijî endam û rêveberên wan dê biryara "Na" bêtir xurt bike. Koçyîgît, da zanîn ku operasyonên şev nîvê şêvê nikarin wan rawestîne.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi armanca operasyona ku duh li dijî endam û reveberên DBP û HDP'ê ya li Stenbolê pêk hat şermezar bike li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de endam û rêveberên DBP, HDP, HDK û TJA amade bûn. Di civînêde Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, navê kesên hatin binçavkirin yek bi yek xwend û got: "Ev operasyon li dijî kampanya referandumê ya "Na" ye. Lê ev operasyon nikarin xebatên me rawestînin. Ev operasyon dê bêtir biryara me xurt bike û zelal bike. Koçyîgît, anî ziman ku welatiyên li kolanê kampanya "Na" dimeşînin rastî gefan tên û wiha got: "Em vê operasyonê ji gefên li kolanan li dijî kesên kampanya "Na" dimeşînin cudatir nabînin. Dixwazin xebatên "Na" û xerîna "Na" rawestînin. AK Partiî di bin navê "Em FETOciyan tasfiye dikin zanyar û aliman îxrac dikin û êrîşî wan dikin. Zanyar û alimên ku diyar dikin ku ev pêşnûmeya Qanûna Bingehîn li dijî peymanên Navneteweyî ne tên tasfiyekirin. Ev rebeniya AKP’ê nîşan dide. Yên dibêjin "Na" dixwazin wan belav bikin."
'EM TÊ POLÎTÎKAYÊN TIRSÊ BIKIN POLÎTÎKAYÊN WÊREKIYÊ'
Koçyigit, anî ziman ku AKP û MHP pir bê hêz e û ji ber vê yekê dixwaze bi polîtîkayên tirsê bi ser bikeve û wiha got: "Lê em dê van polîtîkayên tirsê belav bikin û dê polîtîkayên wêrekî û cesaretê bi ser bikevin. Em dê biryara xwe ya "Na" mezin bikin. Em tê têkoşîna mezibûna Tirkiye pêş bixin. Em dê ji bo pêşeroja bi xêr kampanya "Na" mezin bikin. "
Endama Koordînasyona TJA Seyrî Îpek jî anî ziman ku dixwazin saziyên siyaseta demokratîk ên kampanya "Na" dimeşînin asteng bikin û wiha got: "Em dê ji bo pêşerojek bi xêr kampanya "Na" mezin bikin. Îpek, destnişan kir ku Qesr, AKP û MHP Tirkiye di zinar werdikin û ew destûr nadin vê yekê.