Wezareta Dadê derbarê Yuksekdag û Demîrtaş de agahiyan kom dike

ENQERE - Wezareta Dadê di nivîsa ji hemû dozgeran re şandiye de agahiyên derbarê lêpirsînên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de xwest ku kaxeza bangê ji wan re hatiye şandin ya na û parastina xwe kirine ya na bê lêkolînkirin.


Midûryeta Giştî ya Karê Cezayan a Wezareta Dadê bêyî ku sedemekê nîşan bide derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên girtî ne de ji Serdozgeriyên Komarê agahî xwest. Di nivîsa ku wezaretê ji dozgeran re şandiye de, derbarê lêpirsînên Yuksekdag û Demîrtaş de agahiyên berfireh xwest.

SEDEMA WÊ NAYÊ ZANÎN

Di nivîsa ku 20’ê Çileyê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatiye şandin de, pirsên, di çarçoveya lêpirsînan de ji Demîrtaş re kaxez hatiye şandin an na û îfade dayî ye yan na hatin pirsin.

Wezareta ku hevserokatiya Demîrtaş ji nedîtî ve hat, di nivîsa bi mijara “qanûna destnedayînê” şandî de ev tişt gotin: “Derbarê Parlamenterê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de, di encama lêpirsînên ku serdozgeriyên komarê vekirine de, tê zanîn ku li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê yê Amedê bi rêza 2016/533 doza gelemperî hatiye vekirin; di encama karên dosyayê de (Ji bo kesê mijara gotinê kaxeza bangê hatiye derxistin yan na, li gorî usûla kaxezê teblîqat hatiye kirin an na, bi devkî yan nivîskî îfade daye yan na, hejmara bingehîn a dadgehê, dîroka dozê, di dema darizandine vexwendiye dozê yan na, ger darizandin bi encam bûye mînak û hinceta biryarê û mijarên wê) bi awayekî berfireh notên agahiyan bên komkirin û bên şandin.”

Hat zanîn ku ev zanînên ku wezaretê ji bo Demîrtaş xwestine di heman demê de ji bo Hesveroka Giştî Fîgeh Yuksekdag jî xwestine. Hat diyarkirin heman nivîs ji bo hemû dozgeran hatine şandin. Ne hat zanîn ku wezaret bi kîjan aramancê van agahiyan dixwaze.